Ejdehayê Komodoyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ejdehayê Komodoyê
Ejdehayekî Komodoyê li baxçekî lawiran e.
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Binefilûm: Vertebrata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Lacertilia
Famîle: Varanidae
Cins: Varanus
Binecins: V. (Varanus)
Cure: V. komodoensis
Navê zanistî yê latînî
Varanus komodoensis
Ouwens, 1912
Belavbûna ejdehaya Komodoyê

Ejdehayê Komodoyê an pezmijoka Komodoyê (Varanus komodoensis), cureyekî pezmijokên girseyî ne ku xweciyê girava Komodoyê li Indonziyayê. Ejdehayê Komodoyê, bi rastî ew qirtîşê girs û mestir li ser rûyê erdê di nav cins û cureyên binekoma Lacertilia ne.

Belavbûn û ciyên jiyanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ejdehayê Komodoyê li giravên Komodo, Rînka, Flores, Gilî Motang û Pader li Îndonziyayê dijî.[1] Ejdehayê Komodoyê, li derên ziwa û ger hezdike bijî,lê li daristanên şil û tropîkî tê dîtin.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nêzî pelikên ejdehayak Komodoyê.

Ejdehayê Komodoyê, pezmijoka mestir di nav binekoma qirtîşan ku dirêjiya wî bêtirî 3 m û giraniya wî nêzî 70 kg e di rewşên tewrendeyên.

Jehr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêza ejdehayê Komodoyê, tijî dirm û mîkrobên baktîriya ku jehrebûnê dighîne canewerên ku wek xwarinên vî pezmijokî goştxwer.[2]

Xwarin û parêzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ejdehayak Komodyê li Rinka yê, candekê gamêşek dixwe.

Ejdehayê Komodoyê dikanê meymûn, berazê kûvî, bizin, pez, gamêş, hesp, ask, guhandarên biçûktir, kêzan, apapik, balinde, hêkên balindeyan, xijendeyên biçûktir bixwe û ta candekên lawir tevî ajalên miriyên jî dixwe wek gamêş.[3] Ejdehaya Komodoyê candek û laşê miriyên mirovan jî dixwe ku bi riya kulandinê goristanan.

Pirbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hercotên ejdehayên Komodoyê zayendî dikin

Ejdehayên Komodoyê têkiliya zayendî di nav mehên gulan û tebaxê dikin û hêk kirin di meha îlonê da bibe.

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herwiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ciofi, Claudio (2004). Varanus komodoensis. Bloomington & Indianapolis: Indiana University Press. rr. 197–204. ISBN 0-253-34366-6. {{cite book}}: |xebat= tê tine hesibandin (alîkarî)
  2. ^ Fry, BG; Vidal, N; Norman, JA; Vonk, FJ; Scheib, H; Ramjan, SF; Kuruppu, S; Fung, K; Hedges, SB (2006). "Early evolution of the venom system in lizards and snakes" (PDF). Nature. 439 (7076): 584–588. doi:10.1038/nature04328. PMID 16292255. Ji orîjînalê (PDF) di 10 çiriya pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 hezîran 2013.
  3. ^ Vidal, John (12 hezîran 2008). "The terrifying truth about Komodo dragons". London: guardian.co.uk. Roja gihiştinê 19 hezîran 2008.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]