Ekvator

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ekwator hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ekvator wiha derbaz dibe

Ekvator an jî hevêrka ekvatorê hevêrkakê xiyaliya dor dinê re di hurd cemsaran heman dûriyê de dizivirî ye. Ew dinê bi Nîvkada Başûr û Nîvkada Bakur dike du paran. Ekvator hêlîpana (paralel) 0° ye û gorî dirêjahiya xwe ya herî mezin e. Dirêjahiya hevêrka ekvadorê 40,075.0 km e

Roj salê du caran di ser ekvator de di ekînoksa biharê û ekînoksa payizê de derbaz dibe. Di wa rojnan de li ser ekvator tirêjên roj bi 90° têne dinê.

Derên ekvator derbaz dibe bi gelemperî okyanûs in. Ji bo dor ekvator tirêjên roj qiraçên tîk, an jî nezika tîk heldigirin siruştê germa û siruşta ekvatorî tê gotin.

Eger hereketa gerstêrka Erdê li dora xwe bisekine hingî dê tofanên ku leza wan 1670 km/seetekê ne, li ser Xetta Istiwayê( Equator) pêkwerin ku dikarin jîyana ser goga Erdê, jiholê rakin.

Xetta Istiwa, navê xetteke ferzî ye ku goga Erdê dike du bešên nîvgoga Bakûr û nîvgoga Bašûr. Ev xêz di nîveka her du cemserên Bakûr û Başûr da ye û fasileya hemû nuqteyên ser vê xettê ji her du cemseran, wekhev in.

Xetta Istiwayê, xwedîyê mezintirîn muhîta ser erdê ye û dirêjahîya wê 40070 km e.

Rûbara goga Erdê, li Xetta Istiwayê di šev û rojekê da bi qasî 40000 km, hereket dike. Ew tê wateya ku leza goga Erdê li dora xwe 1670 km/seetekê ye.

Navçeyên nêzîkê Xetta Istiwayê, baštirîn cih jibo çandina Qahwe û Kaoçoyê ne.


Welatên ekvatorî[biguherîne]

Ev lewhe li ser ekvatorê ye, li Kenyayê (Afrîka)

Ekvator li wan 13 welatan re derbaz dibe:

Çi qas navê Gînêya Ekuatoriyal (Gînêya Rojbendî) de ekvator derbaz be jî ekvator di wê welatê re derbaz na be.