Elî Ebdulezîz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Elî Ebdulezîz (jdb. 28ê berfanbarê 1929 – m. 17'ê adara 2007an) alimekî kurd ê îslamî yê ji Kurdistana Iraqê û yek ji damezrîner û rêberê duyemîn ê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 28’ê Kanûna 1929’an de li gundê Prîsî Sarû yê parêzgeha Helebceyê di malbateke olî de hatiye dinê.  Di heft saliya xwe de Qur'an û Şerîetê xwend.  Li cem bavê xwe Ebdulezîz xwendiye.  Di sala 1953an de li cem birayê xwe Osman Ebdulezîz li Mizgefta xwe ya herêmê dibe mamosteyê îslamê.  Di sala 1959an de bû melayê Mizgefta Azabanî ya Silêmaniyê û di sala 1961ê de jî bû melayê Mizgefta Mihemed Paşa ya Helebceyê.  Di sala 1962an de li Helebceyê bû rêvebirê Enstîtuya Îslamî.  Ew piştre ji aliyê hikûmeta Iraqê ya Baas ve hat sirgûnkirin Enbar, Fellûce, Ziqar û Bexdayê ji ber ku di serhildanên 1983-1986 de di dema serhildanên kurdan de li Iraqê li aliyê serhildêrên kurd rêberiya Micahîdên Kurdistanê dikir. Paşê vegeriya Helebceyê.[1][2]

Karîyera siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1987an de, piştî sirgûnê, beşdarî damezrandina Tevgera Îslamî ya Kurdistanê bû û bû cîgirê serokê wê û serokê baskê leşkerî.  Di sala 1999 de bû serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê.  Di 8ê Tebaxa (August) 2003ê de, ew û birayê xwe Mela Omer Ebdulezîz û çend pasewan ji aliyê hêzeke mezin a amerîkî li mala wî li Helebceyê hatin girtin û çend meh di zindanê de man ji ber beşdarbûna wan di avakirina Mîrnişîna Îslamî ya Biyare de.  Piştî serbestberdana wî, ji ber xirabûna saxlemiyê ji bo dermankirinê çû Brîtanyayê û di 17ê Adara 2007ê de li Brîtanyayê koça dawî kir û hat vegerandin Helebce û li wir hat veşartin.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "مامۆستا مەلا عەلی عەبدولعەزیزوھەوڵە کانی بۆ بڵاوکردنەوەی ھێرش وتاوانەکانی ڕژێمی سەدام بەجیھاندا". باسک نێت. 17 adar 2020. Ji orîjînalê di 15 gulan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 adar 2021.
  2. ^ "گوزەرێک بە لاپەرە کانی ژیانی مامۆستا مەلاعلی عبدالعزیزدا". باسکنێت. 26 sibat 2020. Ji orîjînalê di 22 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 adar 2021.
  3. ^ "بزوتنەوەی ئیسلامییلەکوردستان". بزوتنەوەی ئیسلامیی لەکوردستان. 22 adar 2021. Roja gihiştinê 22 adar 2021.