Elî Reza Beyranwend

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Elî Reza Sefer Beyrawend (bi farisî: علیرضا صفر بیرانوند‎) gogbazekî profesyonel ê kurd e ku di tîma Persepolis û tîma neteweyî ya Îranê de wek golparêz dilîze. Ew wekî yek ji golparêzên herî baş yên asyayî yên hemî deman tê hesibandin.

Elî Reza Beyranwend
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
an jî Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (31 salî)
Sarab-e Yas (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bejn
1,96 mLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Werziş
Yane
Naft Tehran F.C. (en) (-) – 68 maç lîstin û 0 gol avêt
Iran national under-20 football team (en) () – 1 maç lîst û 0 gol avêt
Iran national under-23 football team (en) (-) – 11 maç lîstin û 0 gol avêt
Iran national football team (en) (dp. )
Persepolis F.C. (en) () – 84 maç lîstin û 0 gol avêt
Royal Antwerp F.C. (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hêl

Beyranwend di pêşbirkên şampiyoniya Asyayê ya AFC ya salên 2015 û 2019an de û di sala 2018 û 2022an de jî di Kasa Cîhanî ya FIFAyê de nûnertiya Îranê li asta navneteweyî kir.

Di sala 2017an de, Beyranwend bû yekem îranî ku ji bo xelata takekesî di Xelatên The Best FIFA Football de hate berbijêrkirin. Ew ji sala 2014 heta 2019 çar demsalên li pey hev di lîga pîşeyî ya Kendava Farsê de golparêzê herî baş bû û di sala 2019an de jî wek Gogbazê salê yê Îranê hate hilbijartin. Di sezona 2017-2018 de di 37 lîstikan de bi 23 golan xwar bû duyem golparêzê herî baş ê cîhanê.

Jiyana berî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beyranwend di malbateke koçer de mezin bûye û bi eslê kurdê lek e.[1] Ew zarokatiya xwe li parêzgeha Loristanê ya Îranê derbas kiriye .Dema ku malbata wî li nêzîkî Xurremabadê bi cîh bû, ji ber birîna golparêzê tîma xwe, dest bi lîstika futbolê kir, di destpêkê de wek êrîşkar û piştre jî wek golparêz. Lê belê bavê wî lîstina futbolê li wî qedexe kir û Beyranwend neçar ma ku bê pere ber bi Tehranê ve biçe, da ku bikaribe li wir li pey hewesa xwe bibe. Di 16 saliya xwe de tevlî Naft Tehranê bû û di nav tîmên ciwanan de pêş ket.

Beyranwend di sala 2010an de di 18 saliya xwe de zewicî, ​​kurekî wî bi navê Teha û keçek bi navê Barana çêbûn.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "World Cup 2018: Who is Iran's Kurdish goalkeeper?". Rûdaw (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 29 îlon 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 tebax 2023.
  2. ^ "بیوگرافی علیرضا بیرانوند، دروازه‌بان، و همسرش + عکس خانواده و فرزندش". شبونه. Roja gihiştinê 7 tebax 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]