Elemût
Elemût | |
---|---|
36°26′41″Bk 50°35′10″Rh / 36.4447°Bk 50.5861°Rh | |
Dewlet | Îran |
Li beşa îdarî | |
Damezrîner | |
Pêk tê ji | |
Bilindahî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Elemût an keleya Elemûtê (bi farisî: دژ الموت, lat. Dazh-e Alamūt) kelayeke li ser girekî çiyayên Elburz, başûra Deryaya Mazenderan li Îranê ye. Nêzî bajarê Gazor Xan, li parêzgeha Qazwênê, derûdor 100 km dûrî Tehrana îroyîn e. Lê belê, îroj bi tenê xopanên keleyê dimînin. Ew kele di sala 840î de li 2.100 m bilindahiyê hatibûye çêkirin û ji bo vê yekê dagirkirina wê gelek dijwar bû.
Di sala 1090î de kele ji aliyê terîqeta şiî ya îsmaîlî ya heşhaşiyan ve hat dagirkirin û ji bo demeke dirêj bû baregeh û zanîngeha wan. Kele ji aliyê van serdaran ve hat kargerkirin:
- Hesenê Sebah (1097–1124)
- Keye Buzurg Ûmîd Rûdbarî (1124–1138)
- Mihemed ibn Buzurg Umîd (1138–1162)
- Hesen ibn Mihemed (1162–1166)
- Nûredîn Mihemed (1166–1210)
- Celaledîn Hesen (1210–1221)
- Elaedîn Mihemed (1221–1255)
- Ruknedîn ibn Mihemed (1255–1256)
Hûlagû Xan di 15'ê berfanbera 1256an de li keleya Elemûtê bi leşkerê xwe yê mongolan şer kir û şikest û cardin gelek berhemên zanistî û quranên destnivîsar ên heşhaşiyan şewitandin.
Bibîne
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8
- Zana Farqînî, Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |