Emîn Paşa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Emîn Paşa yan Emîn Paşayê Heyderî, kurê apê Kor Hiseyîn Paşa, Hesen Axa ye. Di dema Hesen Axa de li Dedeliya Panosê diman. Di dema Emîn Paşa de jî, li gundên Panosê Gamêşvan û Ziyaretê diman. Emîn Paşa, paşayê mûlkiyeyê bû. Kilama Şerê Gamêşvanê ya ku Aqlîka Qadir dibêje li ser malbata Emîn Paşa ye. Dengbêj Sêwî Silo beriya ku here Qelenîyê li gundê Ziyaret dengbêjê Emîn Paşa bû. Evdalê Zeynikê li Ziyaretê di dîwanê Emîn Paşa de bi Sêwî Silo re kilam gotiye. [1] Her wusa Dengbêj Şêx Taho yê ji gundê Ziyaretê jî dengbêjiya Emîn Paşa kiriye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ [Nîhat Öner, Qulinga Evdalê Zeynikê, Kovara Folklorame, hejmara 3.]