Şerê Gamêşvanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şerê Gamêşvanê, şer û pêkdaneke desthilatdariyê ku di 1907an de li gundê Gamêşvana Panosa Agiriyê (Bakurê Kurdistanê) çêbû.

Li Yemenê erebên şîe li hemberî osmaniyan serî hildidin, Hiseyîn Paşa diçe Stembolê. Piştî têkçûna erebên şîe, Siltan Evdilhemîd wî dişîne Hîcazê, ji wir bi keştiyê ve diçe Trabzonê ku ji wir re here jî Panosê. Heya diçe Stembolê, ji wir re Hîcaz, ji wir re Trabzon, du sal derbas dibin. Di tunebûna Hiseyîn Paşa de, di hezîrana 1907an de li Panosê di navbera malbata Hiseyîn Paşa û Emîn Paşayê pismamê wî de li gundê Gamêşvana Panosa Agiriyê şerê desthilatdariyê dertê. Di vî şerî de ermeniyên herêmê jî alîkariya malbata Emîn Paşa dikin û zorê didine malbata Hiseyîn Paşa. Di vî şerî bi tevî Mûsayê Zorav (Xelikî) û Ûsivê Bozo (Laçekî) yê mirovên Hiseyîn Paşa, bi giştî 80 kes dimirin. Strana Aslîka Qadir a bi navê Şerê Gamêşvanê li ser vî şerî ye. [1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Hevpeyvîna Nîhat Öner a bi neviyê Hiseyîn Paşa, Ferîdûn Süphandağ re, 2018.