Enbîlulu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Enbîlulu, di mîtolojiya Mezopotamyayê de weke yezdanê, çem û cokan bû. Enbilulu, ji aliyê Enkî ve hatibû afirandin û berpirsiyarkirin. Li gorî mîtolojiyê ew li navbera Dîcle û Firatê bû. Weke din jî, ew yezdanê avdanê jî bû. Di dema Sumeriyan de weke kurê Enlîl û Nînlîl tê ziman. Di dema Babîliyan de jî, weke kurê Enkî tê ziman. Enuma Elîş, ji bo Enbilulu, dibêje ku "Enbilulu, xwediyê hemû nepeniyên avê ye." Tiştekî avê ji wî neveşartî ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]