Enlîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Enlîl
Perestvandînê sumerî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
  • Ea Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
Zarok
XanedanNinhursag, Ninlil, Ereşkîgal, Damgalnuna Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Marduk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Enlîl (yezdanê bahozê), yezdanê sereke yê Mîtolojiya Mezopotamyayê ye. Navê wî weke "Bel" û "Belûm" jî hatiye bi navkirin. Enlîl, kurê Anûm e. Piştî ku bavê wî mir êdî ew li cihê wî rûnişt û bû herî mezin. Li ser rûyê erdê serdestî û hikimdartî jî bi wî re û bi navê wî re bi têgihiştin tê ser ziman. Bûna bahoz û zipikan, tofan û felaketên mezin, vedana berqê jî, ji wî tê nasîn. Navê jina wî Belîd e, lê tê gotin ku navê wê Nînlîl e jî. Li çiyayê Elam dirûnin. Li Nîppurê bi navê wî, perestgeh hatiye çêkirin û lê ji wî û jina wî re dehîkirin hatiye kirin.

Di destana Tofanê de Enlîl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destana tofanê de, weke yezdanê sereke jî tê ziman. Weke xudayê ku hertimî kifş dike, navê wî tê ziman. Destana tofanê, hemû beşên wê, bi tememî ne hatine xwendin. Lê ji beşên ku hatine xwendin de tê têgihiştin ku weke ku ew biryara tofanê jî û xirakirinê û avakirinê jî dide.

Di Destûrên Lipît Îştar de Enlîl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di destûrên Lipît Îştar de jî, Enlîl, weke xudayê mezin yê bav tê zanîn. Ew, di derbarê hemû jiyan û zindiyan de biryarê dide. Ew, li ser hemû xudayên din re tê dîtin.

Di Kêvalbarên Enkî de Enlîl[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Enkî, bi navê wî yê din jî "Ea" ye. Ea, weke xudayekî ku pirr bi aqil û şahreza jî tê zanîn. Ea, weke xudayekî fênek jî tê zanîn. Lê di wir de jî, weke xudayê bav tê zanîn. Taybetmendiyeke ku di vê tabletê (kêvalbarê) de tê ziman ew e ku Enlîl, li dijî xudayên din têkoşîn daye û bi serketiye. Piştre jî bûye serokê hemûyan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kêvalbarên ji dema Sumeriyan mane