Sumer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Nexşeya bajarên Sumerê û Akkad, li Mezopotamyayê
Nexşeya Sumerê, dewleta sumeriyan di navbera rûbarên Firat û Dicleyê de (bi înglizî ye).
Rolyefa sumerî ya key Ur-Nanshe yê Lagaşê (2550-2500 b.z.) li şûnwarê Telloyê hatiye dîtin (aniha li muzeya Louvreya Parîsê ye)
Girê perestgeha sumerî ya Nipurê (îro Nafur, li başûrê Îraqê ye). Dibêjin ku cihê hemû xwedanên sumeriyan bû.

Sumer dewleteke dîrokî ya Mezopotamyaya başûr e. Li gorî dîrokzanan, Sumer, kevintirîn şaristaniya cîhanê ye.[1][2][3] Şaristaniya sumeriyan ya pêşî tê dîtin. Li welatê sumeran carê yekê bûyerên civakî wek bajar, koletî, çînên civakî, şer û her wekî din pêk hatin. Bi taybetî civaka çînan li Sumerê pêk hat.[çavkanî hewce ye]

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Cihê derketina sumeran nayê zanîn. Nêzîka 5000 sal berî zayînê li başûrê Mezopotamiyayê di nav çemên Dicle û Ferat li başûrê Iraqê îro de dîroka sumeriyan dest pê dike. Di vê herêmê de sumerî şaristaniyeke pir pêşketî ava kiribûn. Di hezarsala şeşemîn berî zayînê bajarên xwe damezrandin. Navên çend bajaran Erîdu, Ur, Kurda, Nippur, Uruk û Larsa bûn. Sala 2370 bz, sumer hat dagirkirin ji aliyê miletên samî ve bi seroktiya Sergonê Agadî (akadî). Sala 2000 bz dewleta sumeriyan hat rûxandin bi destê Amoriyan (samî).

Nivîs û ziman[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Zimanê sumerî

Sumerî çêkerên yekemîn tîpên nivîsandinê di dîroka mirovatiyê dene ku bi tîpên mîxî tên naskirin. Tîpên sumeriyan yên mîxî bingeha komunîkasiyonê (ragihandin) li seran sera Rojhilata Navîn serdirêjye ya 2000 sal bûn.

Mîtolojî û dîn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di mîtolojiya sumeran de xwedawend û xwedeyên girîng Înanna, Nînhursag, En, Enlîl, û Enkî ne. Gilgameş keyekî sumeran bû.

Sumeri ji mîtolojiyê dubuhurina hizre olî. Ew di xwe de hizre olî bi pêşdixin. Di parastgehan de hizir bi pêşdikeve. Hizir dibe û bi pêşdikeve. Parastgehên wan ji ber ku wan zêde di avakirina wan de av bi kar anî ji dêla kevir, êdî ji ber êrîş û talankirinên li ser wan ta deme me ne mane. Navên perestgehên wan wek Ziggurat tên binavkirin.

Felsefe[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Felsefe hîmê wê di deme wan de tê avêtin. Wan hizre olê bi pêşxist û bi pargal kirin. Dagariyên olî û yên din yên di jiyanê de bi hizir anîna ser ziman. Bi hizir formulkirin wan bi pêşxist. Li ser wan formulkirinên xwe re hizre dadî û olî bi pêş xistin. Formulên xwe li ser kêvarbaran naqş ji kirin. Bi vê yekê re şaristaniya wa pêşket. Felsefe, ji xwe, di pêvajoyên pêşketina hizir de ya deme şaristaniyê ya. Bi vê yekê re mirov karê kifş bike û bêje ku ew xwediyê felsefeyeke pir mazinin. Deme şaristaniyê, demeke di hizre de deme felsefê ya. Di hizir de deme felsefê ji, deme şaristaniyê ya.

Zanistî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Deme ku bicih bûn zanibûn ku sênîkan û çomlekan çêkin. Li Mezopotamya xwere li ber Diclê û Firatê dewletên weke Uruk, lagaş, Erîdu, Ur û Kîş hatina damazirandin. Teknolojiyeke pir pêşketi bi kar dianîn. Li cihê ku lê bi cih bûn, lê pergaleke avkirinê avakirin û rê bend û bendavên wê çêkirin. Cihên biav zuwakirin. Cotyari bi pêşxistin. Tekelek kifş kirin û di cotyariyê de ga û sawalên wilo bikar anîn. "Seksajimal"e ku xwe dipahand hijmarar 60 pergala wê kifşkirin. Ev pergala hijmartinê ku navê wê "sos" bû û navê birîme hijmara 60 bû kifşkirin û di hijmartina dem û mekanê de bikar anîn. Heyv 30 roj hijmartin. Sal 365 hijmartin. Şev û roj li 12an beş kirin. Sal bi 12 heyvan hijmartin. Heyv û roj, girtina wan hijmartin.

Sumeriyan hîmê matematîkê û geomatriyê avêtin. Çar cîn dîtin. Aqarê cergê hijmartin. Rasteka çavî û hingavtin amede kirin. Sumeriyan Astronomî jî pêşxistin. Birc ji cara pêşî wan kifş kir û ta rojeme hatiya. Rojmêr kifşkirin û rast bikaranîn. Heyv 30 û sal ji 365 hijmartin. Seate rojê ji kifş kirin. Cara pêş rojmêre ku heyv salê wan dît û bikaranî [çavkanî hewce ye].

Matematîk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Sumeriyan hîmê matematîkê û astronomiyê avêtin. Çar cîn dîtin. Aqarê cergê hijmartin. Rasteka çavî û hingavtin amede kirin û bi kar anîn.

Astronomî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Astronomî bi pêşxistin. Birc wan dîtin û bikaranîn. Ew bikaranîna bircan ta rojeme tê bikaranîn. Heyv 30 û sal 365 hijmartin. Seate rojê wan kifş kir. Cara pêşî wan rojmêre bi heyv û sal wan dît û bikar anî.

Awayê civakê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Awayê civakê ji bajar-dewletan pêk dihat û dore wan ji bi suran re dorpêçkirî bû. Li bajêr, li cihekî ku bilind parastgah dihata avakirin.V e yekê ji awayekî civaknasiya wan diafirand.

Di serî de awayê civaka wan Li ser hîmê dayiktiyê ava bû. Karê hevbeş bi wan re pir li pêş bû û pêşketî bû. Piştre hin bi hin komên çinî derketin. Koma Rahiban, komên serdest yên leşker û kolan derkete hole. Vê yekê di dewlete wan de hiyayerşyeke damizrand.Di 3000 û 2500 wan de ew komên çinî yên serdest weke rêveberan di demeke de bûne komên ku xwediyê hebûneke oldarî ji bûn û derketine hole. Key û rahip di dewletê de karê olî û rêzanî dimeşand. Hebûne xwûde di wê demê de hata bireserkirin û hebûne nemir hata têgihiştin.

Xwedanên sumeriyan li gorî destana Gilgameş[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di destana deme sumeriya ya Gilgameş de hin xwedan ev in [çavkanî hewce ye]:

  • Anu ya, Anu xwedayê asmanan: di serî de xwedanê herî mazin û ser bû. Piştre xwe jiEnlîl re hişt.
  • Enlîl: xwedanê hewa bû. Bavê xwedanan bû. Parestgaha wî li Ekur Nîppurê bû.
  • Enkî: xwedanê zanînê bû.
  • Nîmmah Nînhursag: xatuna pîroz bû. Dê, xwedan bû.
  • Nanna (Sîn): xwedanê heyvê bû.
  • Utu (Şamaş: xwedanê rojê bû. Kurê xwedanê heyve Nanna bû.
  • Ecem: banu, xwedana serdesta bû.
  • Înanna (Îştar): xwedana evîn û bereketê bû.

Dad[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di dîrokê de cara pêşî dadiya nivîsî ji aliyê sumeriyan ve hata çêkirin. Bi vê xoslete xwe sumerî dibine dewlete pêşî ya dadê. Ji bo parastina desthiatdarî û serweriyê xalên dadê hatina kifşkirin. Keyê lagaşê Uruqagîna zagonên wî yên pêşî nivîsî xwe di sipartina "Sere û berdêlê". Li ser Pêşketine hizre dadê li Kurdistanê van pêşketinan dike hîmê xwe de.

Wêje[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Berhemên wan yên wêjeyî yên herî herî girîng Destana Gilgamêş ,Efsana Dahênin û Efsana tufanê ya. Sumeriyan ji welatê xwe re kENGîR û zimanê ku diaxiftin ji jê re digotin EMEGîR û ji xwe re ji SAG-GIGA digotin [çavkanî hewce ye].

Bandor[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bandora wê şaristaniyê li ser hemû aliyên jiyana rojavayê Asya yên olî, civakî, zanistî, çandî, kultûrî û cotyarî hebû. Li gor sumerologê Samuel Noah Kramer, "dîrok di Sumerê de dest pê dike.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. http://www.historiasiglo20.org/egypt/mesopotamia.htm (li gora dîroknas Juan Carlos Ocaña )
  2. http://www.bbc.co.uk/history/recent/iraq/iraq_lost_cities_03.shtml (li gora BBC)
  3. Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 22 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja wergirtinê: 25 çiriya pêşîn 2012

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]