Marduk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marduk
Marduk û ejdeha Muşuhuşu (xêzkirin li gorî baloreke babîlî)
Hevjîn
  • Sarpanit Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Nabu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Ea Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Damgalnuna Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge


Marduk, (bi zimanê akadî: AMAR.UTU, îbrî ya tewratê: Merodach, yewnanî: Mardochaios), bi vê rengê vegerî ji kêvalbarên sumerî hatiye kirin. Lê Marduk, di kurdiya deme de bi navê "mardok" Piştre, tê gotin ku wê navê Marduk, bi ber "Mazda" guharinî bike. Li gorî hin gotinan, guheriye weke yazdayê jî.

Mardûk, xwûdayê Sûmerîyan bû. Di qanûnên Hamurabî bixwe de jî, li gorî vê nirxê ew tê ser ziman. Ku weke destana Babiliyan jî tê ser ziman Destana Babîiliyan ya Afirandinê de, Enûma Eliş, weke xwûdayê mezin derdikeve li pêş. Enûna-elîş jî, xwûdaya çêkirin, bereket û dayin û afirandinê ya. Sûmerîyan, baweriya, bi pirranî, bi Mardûk haniya. Ji ber vê yekê, tê gotin ku Mardûk, weke "yek-xwûdayê pêşî" jî ya. Misira kevnare, çand Aton û Amon ji wê digirin û yek-xwûdatiyê bi wan di nava xwe de pêş dixin. Lê Mardûk, xwûdayekî mezopotamyayî bû. Baweriya li wî, li ber Diclê û Firatê di nava pirranîyan de hebû. Hemû xwûdanên din ên ku hebûn jî, di bin wî de cih digirtin. Mardûk, weke xwûdanê rojê ya. Baweriya li rojê, di Mazda yanî ku piştre bi navê Ahûra mazda jî tê zanîn de heye.

Mardûk, hemû hêz diparêzê, ti hêz li ser ya wî re nîn e. Ew kifşkar a. Jiyan, li gorî fikirkirina li gorî wî, hatiye kifşkirin û ser ziman.

Lê divê ku mirov bibêje ku hatiye ser ziman ku Marduk, weke wî melekê ku li dijî xwûdê rabûya yê ku piştre bi navê "şaytan" hatiye ser ziman bi navkirin. Bi vê yekê, piştre, navê wî jî, bi nexweşî hatiye ser ziman.

Di demê de, weke xwûdayê sereka "Enlîl jî tê û derdikeve li pêş. Enlîl, weke yê ku hemû hêzê dike destê xwe de diafirêne. Lê tê gotin ku Mardûk, piştre, ew hêzê wî kêm dibe. Piştre bi navê Baal tê ser ziman. Lê Baal, di demên piştî sûmerîyan de, heta ku tê deme Gûtî û mîtanîyan jî, wê navê wî bijî. Di deme Sumerîyan de, navê Tammûz derdikeve li pêş.

Li ser Mardûk, du nerîn û çavkaniyên ku bi hev re di nakokiyên de hene. Yek, ew a ku di deme pêşî ya Sumerîyan de, Mardûk, weke xwûdayê, baş û mezin û sereke tê ser ziman. Lê di deme duyemin ya sûmerîyan de, bi ne başiya wî re tê ser ziman û teswîra şaytan li ser wî re tê kirin. Ev jî, hin dîroknas, bi şerên Babilîyan ên di deme sumerîyan de bi bajar-welatên sumerîyan ve girêdidin. Lê li ser vê jî, zêde zanîn bidest ne ketina. Ev xal, di nekifşiyê de dimêne.

Ku mirov, li wê rewşa Mardûk, dinerê, Melekê Tawis yên kurdên Êzîdî tê bîra mirov. Di serdemên xwe yên dawiyê de, Tawusê Melek, di islamîyetê de, hatiye xwestin ku bi tefsiya şaytên were tefsîrkirin. Binketina Mardûk, wê têne berbîra mirov. Mardûk, divê ku mirov bibêje ku xwûdayê pêşî yê ku xwediyê yekîtiyê ya. Yekîtî, yê ku di nava xwûdayan de çêkir ew bû. Misre kevn, ji wê çanda Mardûk, çanda xwe ya xwûdayî ya ku bi çdan Aton û Amon re tê ser ziman dide afirandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]