Erdheja San Franciscoyê 1906

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Erdheja San Franciscoyê 1906, yek ji erdhejên mezin e ku di 18ê nîsanê 1906, demjimêr 05:12'yê de li DYAyê pêk hatiye. Hêza erdhejê 7,8 richter bûye. Hin tomarkirinan de hêza wê 8,25 jî hatiye gotin.

Navenda erdhejê 3 km ji bajêr dûr, di deryayê de, kendalên Mussel bûye. Erdhejê bi dirêjiya 477 km derz li zemînê xistiye. Bandora xwe li gelek deveran daye.

Erdhejê de şewatên mezin derketine. Zêdetirî 3.000 kesan jiyana xwe jidest dane. Ziyaneke mezin li aboriya herêmê daye.

Filmê erdhejê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî (îng.)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Double Cone Quarterly, Fall Equinox, volume VII, Number 3 (2004).
  • Eastwood, Alice, The Coniferae of the Santa Lucia Mountains.
  • Lawson, Andrew C., The California Earthquake of April 18, 1906. Report of the State Earthquake Investigation Commission, Carnegie Institution of Washington, 1908.
  • Morris, Charles. The San Francisco Calamity by Earthquake and fire. World Bible House, Philadelphia, Pennsylvania, 1906.
  • Reid, H. F., The Mechanics of the Earthquake, Vol. 2 in The California Earthquake of April 18, 1906. Report of the State Investigation Commission, Carnegie Institution of Washington, 1910.
  • Winchester, Simon, A Crack in the Edge of the World: America and the Great California Earthquake of 1906. HarperCollins Publishers, New York, 2005.