Ernest Walton
Ernest Thomas Sinton Walton (* 6'ê kewçêrê 1903 li Dungarvan/County Waterford; † 25'ê pûşperê 1995 li Belfast) fizîknasekî navdar ê Îrlandî bû. Sala 1951'î bi tevî John Cockcroft, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jînenîgarî[biguherîne]
Di malbateke oldar de hatiye jiyanê. Piştî bidawîkirina kolêjeke metodîst li Belfast, sala 1922'î li Dublin dest bi perwerdeya matematîk û fîzîka ceribandiniyê dike. Sala 1926/27'î bidawîdike. Li laboratûarên Cavendish-Laboratorium a zanîngeha Cambridge derfeta lêkolînkirinan dibîne. Heya sala 1934'î li wir dimîne û vedigere Trinity College. Sala 1946'î dibe profesorê fîlozofiya xwezayê û fîzîka ceribandiniyê.
Sala 1934'î evînmarî bûye (zewiciye) û çar zarokên wî çêbûne.
Xebat û girîngî[biguherîne]
Bi tevî John Cockcroft gelek lêkolînan dike. Bi hevre jeneratora bi navê Cockcroft-Walton-Generator çêdikin. Bi giranî li ser cîhana atomê radiweste.
Xelat û paye[biguherîne]
- Hughes-Medaille, Royal Society London, 1938
- Xelata Nobel a fîzîkê, 1951