Eta Mihemed
Eta Mihemed | |
---|---|
Jidayikbûn | 1970 Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê |
Pîşe | Nivîskar, romannivîs |
Zimanê nivîsinê | Kurdî (soranî) |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Başûrê Kurdistanê |
Salên çalak | 1999–niha |
biguhêre |
Eta Mihemed, (jdb. 1970; li Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê) çîroknivîs û romannivîsekî kurd e ku bi soranî dinivîse. Sala 1970an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Berhema wî ya yekem kitêbeke çîrokan bi navê "Paşmawey Xêlekan - Bermahiya Êlan" bû ku sala 1999 ji aliyê Dezgeha Çap û Weşanê ya Serdem ve hate çap û belavkirin. Çend sal in Eta bi Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşeyê re kar dike û Endêşe kitêb û berhemên wî çap û belav dike.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Eta Mihemed sala 1970 li taxa Serşeqam a bajarê Silêmaniyê ji dayik bû. Di xwendinê de şeş salên qonaxa seretayî li her sê dibistanên "Dergezên, Eyûbî û Badînan"ê diqedîne. Paşê sê salên qonaxa navendî û amadeyî li "Navenda Xebat û Amadehiya Ezmer"ê û paş-navendî jî li "Lîseya Helgurd, beşa wêjeyî" xelas dike. Paşê sala 1988 li Enstîtûya Teknîkî ya Resafe, beşa jimêryariyê li bajarê Bexdayê tê wergirtin. Sala 1993 sala duyem a enstîtûyê li bajarê Silêmaniyê xelas dike. Çend sal in Eta li bajarê Stockholmê li Swêdê dijî.
Jiyana wêjeyî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çîroka xwe ya yekem sala 1993 bi navê "Bermahiya Êlan" bi zimanê erebî belav kir, ku "Awat Ehmed Sultan" wergerandibû ser zimanê erebî. Paşê ew çîrok di sala 1994an de di dema şerê birakujiyê de bi kurdî di rojnameya "Kurdistanî Niwê" de belav kir. Nivîsarên xwe di gelek rojname û kovaran de belav kirine. Di yekemîn festîvala Gelawêj de, xelata yekem a çîrokê bi dest xist. Sala 1999 yekem kitêba xwe ku kitêbeke çîrokan bi navê "Bermahiya Êlan" bû li Dezgeha Çap û Weşana Serdem belav kir.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]1. Paşmawey Xêlekan – Bermahiya Êlan, Çîrok, 1999, Dezgeha Çap û Weşana Serdem.
2. Zarekanî Xewn - Zehrên Xewnê, Çîrok, 2002, Çapxaneya Renc.
3. Firîw û Xoheşardan – Xap û Xweveşartin, Çîrok, 2005, Yaneya Qelemê.
4. Tîna û Çîroke Endêşekirawekan – Tîna û Çîrokên Endîşekirî, Çîrok, 2007, Çapxaneya Renc.
Roman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Geşte Tîwarekanî Mîr Be Tenyayî da – Geştên Şefaf ên Mîr di Tenêtiyê de, Roman, 2006, Rêveberiya Çap û Belavkirinê.
- Afatekanî Binemaley Mêxek – Bobelatên Malbata Qerenfîlê, Roman, 2006, Dezgeha Çap û Weşana Serdem.
- Gêlasî Xwên- Gêlaza Xwînê, Roman, 2007, Yaneya Qelemê.
- Fehrest – Fêrist, Roman, 2009, Yaneya Qelemê.
- Xwace Nesredîn Ke Lepênaw Pêkenînêkda Dekujrêt – Xoce Nesredîn ku seba kenekî tê kuştin, Roman, 2010, Yaneya Qelemê.
- Rêberî Kitêbsaze Kujrawekan – Rêbera Kitêbsazên Kuştî, Roman, 2014, Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe.
- Pasewananî Xuda- Pasevanên Xwedê, Roman, 2016, Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe.
- Henar û Firîştey Mirdin – Hinar û Firîşteyê Mirinê, Roman, 2018, Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe.
- Çiwarîney Êstaman - Çarîna Dema Me Ya Niha, Romanek di çar kitêban de, 2021, Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe.
Tekstên vegêrranê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Destnûsî Yekem û Pertûkî Xewn – Destnivîsa Yekem û Pirtûka Xewnê, Tekstên Vegêrraneyî, 2003, Dezgeha Çap û Weşana Serdem.
- Tarjenî Reng – Tarjenê Rengê, Hîkayet, 2009, Yaneya Qelemê.
- Kitêbî Perawêznûsan – Kitêba Nîşenivîsan, Tekstên Vegêrraneyî, 2012, Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe.
Werger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Keçika Fîlm Vegêrr, Hernan Rivera Letelier, Roman, 2014, Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe.
- Hezeyan, Antonio Tabucchi, Roman, 2014, Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe.
- Ez ji Auschwitzê Filitîm, Ferenc Gondor, 2015, Navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe.