Etyen Mahçupyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Etyen Mahçupyan (* 1950 li Stenbol) rojnamevanekî romî (tirk) yê bi eslê xwe ermenî (hay) ye. Ji sala 2007'ê ve weşana Agosê dike. Ew di heman demê de di Zamanê de jî dinivîsîne. Heya niha Taraf jî di nav de, di gelek kovar û rojnameyan de nivîsiye.

Sala 1968'ê destûrnameya Robert Collegeê, 1972'yê jî ya zanîngeha Boğaziçiyê digire, dibe endezyar.

Ji sala 1977'ê li zanîngeha Enqereyê de li ser zanînên polîtîk perwerdeyê dibîne. Li heman zanîngehê heya sala 1980'yê dersdariyê dike. Ji 1980 heya 1996'ê karsaziyê dike. Ji 1996 heya 2001'ê qunciknivîskariyê dike di rojnameya Radikalê de.

2001 derbasê Yeni Binyil (hezarsala nû) dibe. Ji sala 2007'ê be jî di Zamanê de (herwiha Agos) dinivîsîne.

Hin ji berhemên wî[biguherîne]

  • Osmanlı'dan Postmoderniteye (1996) - Ji Osmanî heya postmodernîteyê
  • İdeolojiler ve Modernite (1997) - Bîrdozî û nûjenîtî
  • Türkiye'de Merkeziyetçilik: Devlet ve Din (1998) - Li Tirkiyeyê navendperestî: Dûgel û ol
  • Radikal Yazılar (1-4) (1998-2000) - Nivîsarên radîkal
  • Batı'dan Doğu'ya, Dünden Bugüne Zihniyet Yapıları ve Değişim (2000) - Ji rojavayê berî rojhilatê, ji duh heya îro binyadiyên bîrûbaweriyê û guherîn
  • İkinci Tanzimat (2003) - Tanzîmata duyem
  • İçimizdeki Öteki (2005) - Dîtirê (ên din) nav me de

Girêdan[biguherîne]