Euronews

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Euronews
  • Îstgeha televîzyonê
  • specialty channel Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Euronews
ZimanPirzimanî
Dema avabûnê
  • 1 kanûna paşîn 1993 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Malpereuronews.com/
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Euronews, ajans û televizyona nûçeyanê ewropî ye ku navenda wî li bajarê Lion a Fransayê ye. Ajans di 1ê çileya sala 1993an de dest bi weşana xwe kir û nûçeyên cîhanê bi perspektîfa ewropî diweşîne.

Euronews qismî saziya çend saziyên weşanê ên giştî û weşanên dewletî yên Ewropî û Afrîkaya Bakur bibe jî lê piraniya wî, (88%) ya pargîdaniya rêveberiya veberhênana Portugalî Alpac Capitalê ye.[1][2][3]

Dîrok û rêxistin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Euronews, di sala 1992an de, piştî Şerê Kendava Farisî, ku tê de pozîsyona CNN wekî çavkaniya sereke ya bernameya nûçeyan a 24 demjimêran hate çespandin, Yekîtiya Weşanên ewropî biryar da ku Euronewsê ava bike ku nûçeyan li gorî perspektîfa ewropî pêşkêş bike. Weşana yekem a qenalê di 1ê çileya sala 1993an de li Écully, Lîon hate weşandin. Di sala 1996an de li Londonê stûdyoya euronewsê ya weşanê hate damezrandin.

Servîsa radyoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 2ê cotmeh 2012an de weşana Radyoya Euronewsê hate destpêkirin û di sala 2020an de weşana Radyoya Euronewsê hate bidawîkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Portuguese investor will buy Euronews". POLITICO (bi îngilîziya amerîkî). 17 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2022.
  2. ^ Rosemain, Mathieu (17 kanûna pêşîn 2021). "Egypt's Sawiris to sell struggling broadcaster Euronews to Alpac Capital". Reuters (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2022.
  3. ^ Bertuzzi, Luca (17 kanûna pêşîn 2021). "Euronews changes hands with global ambitions in sight". www.euractiv.com (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2022.