Ewropî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ewropî bi awayekê bingehîn ew kes e ko li welatekê Ewropayê hat bit dinyayê. Lê kesek dikarit bi wergirtina welatîniyê ji bibit mirovekê Ewropî. Gelek kesên ko li Ewrpayê najîn û welatiyên welatek ji welatên Ewropayê jî nîne, ji ber bav û kalên xwe an jî zimanê ko pê diaxivin xwe Ewropî dihesibînin.

Kîyînî û ferheng (çand)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hijmareka mezin ji welatên derveyê Ewropayê jî ji ber dîroka mêhtinkariya Ewropayê xudanên ferheng û çandeka Ewropî ne. Bavûkalên xelkê gelek ji wan welatan rojekê ji rojan ji Ewropayê çûne wan deran. Bi vî awayî, carina ji wan xelkan ra jî Ewropî dihêt gotin da wan ji xelkê xwecih yê wan welatan vabivêrin. Jibo mînak Emrîkiyê Ewropî kesek e ko welatiyekê Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê ye, lê ew bi xwe an bavûkalên wî bi koka xwe ji Ewropayê hatine. Ew bi vî awayî ji Emrîkayiyên Reş an Xwecihiyê Emrîkayî dihêt vavartin.