Fîlma tirsê
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (çiriya pêşîn 2024) |
Fîlma tirsê | |
---|---|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Fîlma tirsê an filma tirsnak celebek fîlma klasîk e ku xwe dispêre çîrokên tirsnak û bi vî rengî armanc dike ku temaşevanên xwe bi afirandina hestek tirsê kêfxweş bike.
Fîlmên tirsê bi gelemperî hewl didin ku hestên tirs, xof, tevlihevî û nefretê derxin holê. Ji ber vê yekê fîlma tirsê lehengên xwe bi tişt û bûyerên nebaş re rû bi rû dihêle. Pir caran ev tişt û bûyerên nayên ravekirin an jî serxwezayî ne, bi tundûtûjî an xirabî, û bi diyarde û fîgurên wek cinawir, yên ku jiyana qehremanan tehdîd dikin an jî bi awayên din bandorek trawmatîk didin ser wan. Amûrên stîlîstîk yên hevpar dîmenên xûrt û muzîka fîlmê ne, yên ku atmosferek tarî, tengezarî û hestek xeternak diafirînin.
Ji damezrandina xwe ve di destpêka sedsala 20an de, fîlma tirsê her gav tirsên serdema xwe nîşan daye û cûrbecûr binereng û îkonên çanda pop a nûjen peyda kiriye.