Famîleya kakule û zerdeçalan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hedychium longicornutum

Famîleya kakule û zerdeçalan, famîleya zencefîlan (Zingiberaceae) famîleyeke riwekan e, di koma zencefîlan (Zingiberales) de cih digire. 52 heya 53 cins, 1200 heya 1300 cureyên vê malbatê hene. Gelek ji riwekên vê malbatê wekî biharbêhn an di bijîşkiya gelêrî de tên bikaranîn. Zencefîl, zerdeçal navdarên vê malbatê ne.

Pirranî li Hindistan, Îndonêzya, başûrê rojhilata Asya û Afrîkayê cihwar in. Navê famîleya Zingiberaceae sala 1820ê ji aliyê Îvan Îvanovîç Martînov ve di Tekhno-Bot. Slovar., 682 û di îlona 1835ê ji aliyê John Lindley ve di Key Bot., 69ê de hatiye dayîn. Navên din ên vê malbatê, Alpiniaceae Link, Amomaceae J.St.-Hil., nom. illeg., Curcumaceae Dum. in.

Sûdwergirtin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji 47 cinsên vê malbatê di bijîşkiyê de sûd tê wergirtin. Hin cureyên wê jî wekî biharat di pêjgehan de tên bikaranîn. Bi taybetî di pêjgeha Asyayê de. Çend jî wekî sebze, selete tên xwarin. Di hilberîna parfûman de herwiha kêrbar in. Baxçevaniyê de gelek endamên vê famîleyê tên naskirin û çandin.

Zerdeçal (Curcuma longa): Kokên teze yên zerdeçalê.
Zencefîl (Zingiber officinale): Kokên teze yên zencefîlê.
Mînakek ji Curcuma alismatifolia

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]