Famîleya kinfan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alyxia oliviformis

Famîleya kinfan, famîleya axûya segan, famîleya kûçikkujan (Apocynaceae) famîleyeke riwekan e, di koma kulîlktehlan (Gentianales) de cih digire. Li ser riwekên kulîlkdar tê hejmartin.

Hin cinsên vê malbatê dar, hin devî, hin jî giha ne. Hin endamên komê li cihên avhewaya wê tropîkal, nîvtropîkal e, cihwarbûyî ne. Pirraniya riwekên vê malbatê avzê didin der. Gelekên wê jî axûdar in, bijehr in. 5 binekom, 380-424 cins (celeb), dora 1500 jî endamên, ango cureyên vê famîleyê hene.

Sîstematîka famîleyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cara pêşîn sala 1789'ê ev famîle ji aliyê Antoine Laurent de Jussieu ve bi navê „Apocineae“ hatiye ravekirin û navandin.

  • Binekom Apocynoideae Burnett
Şax: Apocynoideae
  • Binekom Asclepiadoideae R.Br. ex Burnett
Şax: Ebreşûmiyan (Asclepiadoideae)
  • Binekom Rauvolfioideae Kostel.
Şax: Rauvolfioideae