Ferhenga kurdî ya bi diyalekta hekarî-rewendî - frensî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Mele Mehmûdê Bazîdî ji bo amadekariya ferhengeke zaravayê Hekarî û Rewendî alikariya Alexandere (Auguste) Jaba kiriye. Pêşgotina destnivîsî ya ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji ferhengê re hatiye nivîsandin, li Pirtûkxaneya Akademiya Rojhilatnasiyê ya Lenîngradê bi jimara (D448) hatiye parastin. Sernavê wergera vê berhemê “Vocabulaire Kurde des Dialectes de Hekarî et Rewendi par A. Jaba. Consul de Russie Erzeroum le 15 Mars 1958” ye. Berhem di sala 1984an de ji aliyê Maruf Xezenedar ve hatiye çapkirin.[1]

Mele Mehmûdê Bazîdî di pêşekê de bi zaravayê kurmancî behsa hinek taybetmendiyên zimanê kurdî dike. Desnivîsa Mele Mehmûdê Bazîdî bi kurmancî-bi elîfbeya erebî; bi kurmancî-bi elîfbeya latînî û wergera frensî; di beşa duduyan de jî di penc sitûnan de bi şêweyê Rewendî-bi latînî; bi şêweyê Rewendî bi erebî; Hekarî bi latînî- Hekarî bi erebî û bi frensî. Bazîdî di warê amadekirina rêziman û hinek pirsên ziman û alfabeya kurdî de jî çêbûye. Bi zaravayê kurmancî, behsa hinek taybetmendiyên zimanê kurdî dike. Ev pirtûk, bi destxetê yekê bi navê Şehnezer û di sala 1858an de hatiye ji berkirin. 49 rûpel e, di her rûpelê de 13 rêz hatine nivîsandin. Rudenko ji vê berhemê re dibêje ev berhem, di derheqê ziman û rêzimana kurdî yekemîn çavkanî ye.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Pîrbal 2000, r. 9-30; Ziya Avcı, “ Mele Mehmûdê Bazîdî (1799-1867)”, Kovara Bîr, Hejmar: 10 http://www.kovarabicom/[girêdan daimî miriye] (14 çiriya paşîn 2012).
  2. ^ Pîrbal, Ferhad: Mele Mehmûdê Bazîdî 1799-1867 Yekemîn Çîroknûs û Pexşanûsî Kurd, Weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2000.