Ferzan Özpetek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Derhênerê tirk û Îtalyan Ferzan Özpetek (2010)

Ferzan Özpetek derhêner û rejîsorê Îtalyan e ku bi eslê xwe tirk e. Özpetek di 3ê reşemiya 1959an de li Stembolê hatiye dinyayê. Ew di 1976an de hatiye Romayê û li Zanîngeha Romayê ya La Sapienza perwerdeya dîroka sînemayê dîtiye. Özpetek îro (2015) li Îtalyayê dijî.

Fîlmên wî li gelek festîvalan hatine nîşandan û xelatkirin. Hin fîlmên wî yên komedî û romantîk li ser mijarên wekî hevaltî û hevzayendî û homoseksueliyê disekinin.

Fîlmên wî[biguherîne]

  • Il bagno turco (Hemam), 1997
  • Harem suaré, 1999
  • Le fate ignoranti (Periyên nezan), 2000
  • La finestra di fronte (Pencereyê hember), 2002
  • Cuore sacro (Dilê pîroz), 2005
  • Saturno contro, 2007
  • Un giorno perfetto (Rojeke tekûz), 2008
  • Mine vaganti, 2010
  • Magnifica presenza, 2012.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]