Fetihkirina Trebzonê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nexşeya Trebzonê di Serdema Navîn de. Dîwar û avahiyên bi rengê sor hê jî hene.

Fetihkirina Trebzonê êrîşa serkeftî ya Împeratoriya Osmanî bû li ser Trebzonê di sala 1461an de. Siltan Mehmed II fermandariya artêşa Osmanî kir; împerator David Megas Komnênos (en) rêberiya artêşê Romê kir. Dagirkirina Osmaniyan a li bajêr Împeratoriya Trebzonê bi dawî anî.

Dorpêç di 14ê îlona 1460an de dest pê kir û di 15ê tebaxa 1461ê de bi dawî bû. Împerator Davidî xwe û bajarê xwe teslîmî siltan kir. Siltanî împerator avêt zindanê lê di 1463an de ew îdam kir.

Împeratoriya Trebzonê dewleta Romê ya herî dawî û dewleta paşîn a serbixwe ya yewnanî-axiv (heya serxwebûna Yewnanistanê di sedsala 19an de) bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Foss, Clive F. W. (2005) [1991]. "Trebizond". Bi Kazhdan, Alexander (edîtor). The Oxford Dictionary of Byzantium (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780195046526.001.0001/acref-9780195046526-e-5578. ISBN 978-0-19-504652-6.
  • Talbot, Alice-Mary (2005) [1991]. "Trebizond, Empire of". Bi Kazhdan, Alexander (edîtor). The Oxford Dictionary of Byzantium (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780195046526.001.0001/acref-9780195046526-e-5579. ISBN 978-0-19-504652-6.