Fridtjof Nansen

Fridtjof Wedel-Jarlsberg Nansen (jdb. 10ê çiriya pêşîn a 1861ê li Store Frøen a li cem Christiania (Oslo); m. 13ê gulana 1930an li Lysaker a nêzîkî Oslo) ajalnas, lêkolînerê polarê, fîlantrop û dûgelmanekî naskirî yê norwêcî bû.
Wî qezenca xwe bo alîkariya penaberan û hewcedaran terxandikir. Ji ber wê di sala 1922î de guncavê Xelata Nobel a aşitiyê tê dîtin. Herwiha li ser polanên (qutbên) erdê xebat û angaştên wî hene û wî xizmeteke mezin bo NY kiriye.