Friedrich Nietzsche

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Friedrich Nietzsche
Navê rastî
Friedrich Wilhelm Nietzsche
Jidayikbûn15, Çirî, 1844
Keyniya Prûsya
Mirin25, tebax, 1900
PîşeNivîskar, fîlozof, fîlolog, helbestvan
Zimanê nivîsinêAlmanî
NeteweAlman
Şanenav
biguhêreBelge

Friedrich Wilhelm Nietzsche (jdb. 15ê çiriya pêşîn a 1844, li Röcken, Prûsya - m. 25ê tebaxa 1900, li Weimar, Împeratoriya Almanî), helbestvan û fîlozof û fîlologekî klasîk ê alman bû.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nietzsche di 15ê çiriya pêşîn a 1844an de tê dinê, di sala 1849an de bavê wî jiyana xwe ji dest dide, li ber destê dê, xwişk û xaltiya xwe mezin dibe. Nietzsche ku dibêjin fikra wî ya li ser jinan di vê demê de kemiliye, di van salan de jêre gotine "keşeyê biçûk" û di 25 saliya xwe de bûye profesorê fîlolojiyê. Friedrich Nietzsche ku li ser felsefeyê kûr dibe, ji malûlî malnişîn dibe û bi temamî xwe dide nivîsandinê.

Ew bi taybetî di salên xwe yên dawî û piştî mirinê navdar dibe; piştî jiyana 11 salên wekî jiyaneke nebatî di 25ê tebaxa 1900î de jiyana xwe ji dest dide. Friedrich Nietzsche bi peyva "Xwedê mir" mirov kişandine nav fikirînê, peyva mirovê raser derxistiye pêş. Nietzsche ku heta niha di gelek anketan de di nav mirovên herî biaqil ên dinyayê de di nav rêzên pêşîn de cih girtiye, ji bo pirtûka xwe nirxandina, "berhema herî kûr" kiribû. Fîlosofiya wî kartêkirineke mezin li şêweyê ramana sedsaliya 20an kir. Bi boçûnên xwe ên felsefî aspektên felsefa Existenz, ango heyînê vala derxistin.

Ramanên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mixabin naziyan felsefa Nietzsche bo berjewendiyên xwe bi kar anîn û polîtîzekirin, lê rexneyên wî ên zelal li dijî nijadperestiyê, anti-semîtîzmê û biyologiyê bi zanebûn bêguhdan kirin û binax kirin. Nivîsên Nietzsche kartêkirineke mezin li gelek nivîskar û torevaên elmanî ên moderin kiriye mîna Rainer Maria Rilke, Robert Musil, Hermann Broch, Stefan Zweig, Thomas Mann, Hermann Hesse, Karl Kraus û Gottfried Benn, herweha li tore û felsefeya ferensiyan kir û bi taybetî li Michel Foucault û Jacques Derrida kir. Felsefa Nitsche li ser rastî û derewan, xêr û şer, reş û spî, di çarçewa sincê de, belavbû û bi taybetî di pirtûka wî de Also sprach Zarathustra (Zerdeşt werr go) de. Di Psychologiyê de jî bandora Nietzsche li Sigmund Freud, Ludwig Klages û Carl Gustav Jung bû. Li hember wê jî pir ramiyar û zane li dijî Nitsche û behweriyên wî hebûn mîna Karl Jaspers, Martin Heidegger, Martin Buber, Paul Tillich, Albert Camus û Jean-Paul Sartre. Wan di nivîsên xwe de, rexneyên tund li Nitsche girtine. Nitsche, di cîhana navnetewî de, wek fîlosofekî hatiye naskirin, lê wek helbestvan, kêm li derveyî Elmaniya behsa wî bûye. Hêjayî peyivê ye jî, ko helbestên wî pirr bi raman û bi giyan ve girêdayî ne.

Tifingên tijî, jibo gulebarana mejiyên tijî, çêbûne

Mejiyên vala jî jibo tijîkirina wan tifingan....

Friedrich Nietzsche

Berhemên Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

- Pirtûka wî ya Also sprach Zarathustra, di hezîrana 2007an ji aliyê Muhammed Înal ve hatiye wergerandin û ji Weşanên Hîvda bi navê Zerdeşt wiha ferman kir bi kurdî derket.

- Antîxirîst, nifir li xirîstiyantiyê (Der Antichrist, Fluch auf das Christentum, 1888)

Gotinên Wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wikiquote-Logoq:
Wikiquote-Logo
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Friedrich Nietzsche heye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]