Jean-Paul Sartre

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Jean-Paul Sartre

Jean-Paul Sartre (z. 21'ê pûşperê 1905, Paris - m. 15'ê avrêlê 1980) nivîskar û fîlozofekî bi nav û deng ê fransî ye. Di 21'ê pûşperê di sala 1905an da li Parîsê ji dayik bû. babê wî efserê hêzên deryayî bû û du salan piştî jidaykbûna Sartreî li hindûçînê, tûşî nexweşîyeka wê deverê bû û taya dijwar û giyansoj li dawîyê şemalka jiyana wî vemirand. bi vî rengî toza sêwîtîyê liser serûçavên wî rûnişt. ew li mala bapîr(babê daykê)ê xwe, ku navê wî şarl şwaîtzer bû û mamostayê zimanê elmanî bû, mezin bû. demê jiyê wî yazde sal, dayka wî careka dî şûkir û wî bi naçarî li gel dayka xwe bo bajêrê laroşl cihê xwe veguhast. li wir Sartreî xwandina xwe ya amadeyî bi dûmahîkanî û piştî bûrîna sê salan vegerya parîsê. li sala 1924ê li zanîngeha parîsê mijûlî xwendina felsefê bû û li sala 1939ê bawernameya diktoraya felsefê bidestxweveanî. piştî bidawîhatina xwandinê li lohawir, laon û paştir li parîsê mijûlî wanegutinê li qonaxa amadeyîyê bû û berhemên mîna aşopkirin(1936), dilrabûn(1939), dîwar(1939) û teorîya hestan dane weşanê. kurteçîroka wî ya bi navê dîwar zêdetir ji hemû çîrokên wî bûye cihê nîqaş û vekolînan. berhemê wî yê bi navê dilrabûnê, wek binavûdengtrîn çîroka salê hate niyasîn. di wî demî da şerê duê yê cîhanî destpêkir. evî şerî gelek pirsgirêkên hizrî ji bo sartreî dane xweyakirin. destpêkê ji bo xizmetkirnê li rêveberîya keşnasîya artêşê hate daxwazkirin, piştî borîna demekê kurt, hevdem ligel pêşveçûna serkeftîyaneya elmanîyan, li havîna 1940, wek dîl(êxsîr) hate desteserkirin, lê bi zîrekî elmanî razîkirin ku wî ji ber hokarên mezacî û çavê wîyê nedirust radestî firensîyan biken. piştî vegeryana bo parîsê, gehişte rêzên tevgera bergirîya niştîmanîya firansayê. li sala 1943, dema ku di tevgera bergiryê de, ligel desteyeka dîtra hizirvanan ku di çalak bûn, herweha mijûlî weşana berhemên xwe yên felsefî bû. êkemîn şanonameya xwe hevdem ligel wan rojan bi navê "mêş" nivîsî. sehm(tirs)a wî ji dagîrkirna nazîyan, azarên gelê firansayê û metirsîyên bi egera pişikdarbûna li tevgera bergirîyê, ew di bîrûboçûnên xwe liser rewiştê mirovantîyê û azadîya helbijartinê pirbawertir lê dikir. li sala 1944ê, duyemîn şanonameya wî bi navê "derê girtî", piştî rizgarbûna firansayê j dagîrkirina nazîyan li parîsê hate nimayiş kirin. li sala 1946ê yekemîn jimareya govara "serdemê nû" weşand. sartreî di maweyê salên 1944-1948, yê serkeftî bû di weşana sê berg ji çwar bergên romanên xwe yên bihevregirêdayî bi navê "rêyên azadîyê". li sala 1946ê, şanonameya "dehmenpîsa birêz", sala paştir "cih", "edebyat çiye?", "bodlêr" û "hizirkirnên derbareyî pirsa cuhîyan", nivîsîn. di sala 1948 da, şanonameya "mirîyên bê kifin û veşartin" û herweha pirtûka felsefîya "egzîstansiyalîzm û resenayetîya mirovî", şanonameyên "destên lewitî" û "ehrîmen û xwedê" ew berhemin yên ku sartreî ta berî salên pêncîyan nivîsandin. li sala 1951 "janê pîroz", li sala paştir "kîn", ku wergirtinek(iqtîbas) bû ji berhemên Alexander Dumasî, şanonameya "nikrasof" li sala 195ê, "goşegîrên altona" li sala 1959ê, "şerê şekirê li kûbayê" ku encama sefera wî bo welatê kûbayê li salên destpêka şorişa kûbayê bû. Jean-Paul Sartre di 15'ê avrêlê sala 1980an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Pirtûkên Sartreî[biguherîne]

  • La Nausée (1938)(Xelîn)
  • Le Mur (1939) (Dîwar)
  • Les chemins de la liberté (1945) :(Riya Azadî)
  • L'âge de raison (Sala Gêran)
  • Le sursis
  • La mort dans l'âme

Girêdanên Derve[biguherîne]