Gêrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gêre
Girkebir
Büyükdere
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Êlih
Navçe Heskîf
Demografî
Gelhe (2020) 255<ref kes
Erdnîgarî

]]

Gundê Gêrê an jî Girkebir bi tirkî: Büyükdere), gundekî ser navçeya Heskîfê Elihê ye. Alînê, Bîrikê, Lepêna, Kuneynê, Kefralbe, Kanyamezin, Mebîya û Dêrhavê gundên cîranê wê ne. Yek ji wan gundên ku nêzîkê Êlihê ne.

bavikê mezin ku ji warê tê gotin: Mala Şêxa, Mala Oso, Mala Baraviya ji bilî van bavikan çend bavikên piçûk jî tê de hene.

Gêrê', gundekî navça Heskîfê a ser bi Êlihê ve ye.

Gundê Gêrê bi tirkî Büyükdere köyü li bakûrê Kurdistanê girêdayî navçeya Êlihê ya bi navê Heskîfê yê.Li gund 45 mal avayê. Yê li gund dijîn hemû kurdin. Ji rexê Mala Şêxê û Seyîd e Becirmanî vê hatiye avakirin. Gelê gund seyîd û şêxin. Gêrê gundekî beravê yê. Li jêrê bi navê Alînê û li jorê jî bi navê Bîrikê gund henê. Gûzê gêrê li beravê dê bi dengê. Karê gundî ya cotkarîyê. Yê ku li gund dijîn hemû alîkariya bi hevdurê dikin û bi çand û hunera kurdî dijîn. Di gund de yekîtiyek herî xweş heye. Kêf û şahiyê bi hevre dikin û şîn û kesera bi hevre dikşînin.

Xwendevanên medresa û dibistana gellek in. Mele û mamosteyên herî hêja tê de hene ji bilî wan endazeyar, karsaz, parêzer, hosteyên avahiya, hosteyên baroyê avê ji tê de hene. Aboriya wan bi ajotina zeviyan e, çandiniyên bi pirahî:genim, ceh û nîsik in. Heywana ji xweyî dikin; mêşin, bizin û çêlekên wa hene. Mastê wan û nexasim penêrê wa bi navûdeng e. Lê mixabin van salên paşî xweyîkirina heywana kêm bûye.

Çun o hatına Batmané pır hesaye lewra rojén 6 cara serwisa Samet çe û té. gündi hewceyiyén xwe lı Batmané bı ci tinın. Jı lazmatiyén jı nışkave yek dıkan heye dıkana Mela

Leystık ji hebun weki xar û pere, revandin, darûqîtik, xezalê, zellê zellê, goke, tefş û gok, maşik, kerkê reş û dirêj, leystika niftikê, sê gavê, karîş û leystika gustîlk (şirt), tew, çı feyde yek jı van leystıka ji nema.

Bı şevé gohdariya çirokén Xalê Yahya, Xalê Mahbedin, o nérina şıbaké ka berf té an nay, jı her tışti xweştırbu... ne çirok man, ne berf. Kanîyê Gêrê hebûna gundê. Kanya Mîra, Kanya Kenerê, Bırka Hacî, Kanya Kurmik henê. Gundî bi va kanîya erdên xwe av didin û ji van kanîya avê divê xwîn. Kanya Mîra ava wê zahf xweş û zelale.

Şablon:Seyîd Mırad