Here naverokê

Gökay Akbulut

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gökay Akbulut
Image dans Infobox.
Member of the German Bundestag
Q109289310
dp.
Substitute member of the Parliamentary Assembly of the Council of Europe (d)
Almanya
dp.
Member of the German Bundestag
Mannheim (electoral district) (en)
-
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (41 salî)
Pınarbaşı (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Heidelbergê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiya siyasî

Gökay Akbulut (z. 16ê çiriya paşîn 1982an li Pınarbaşi ,Tirkiye ) siyasetmedar û zanistvana civakî yê kurd e. Ji sala 2017’an ve endama Partiya Çepgir a Parlamena a Almanyayê ye.

Jiyan û pîşeya wê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Akbulut di sala 1982an de li Pinarbaşi ya Tirkiyeyê ji dayik bû û ji sala 1988'an de dibistana seretayî li wir xwend.Dê û bavê wê di sala 1990 de ji ber sedemên aborî û siyasî welatê xwe terikandine û serî li Almanyayê dane.Malbat piştre bi qasî şeş mehan li stargeheke penaberan û piştre li nêzî Uelzenê jiya heta ku koçî Hamburgê kirin.

Piştî derçûna lîseyê di sala 2003an de li Lîseya Hamm (îro: Lîseya Louise-Weissê) li Hamburgê, Akbulut li zanîngeha Ruprecht-Karls li Heidelberg siyasnasî, civaknasî û dada giştî xwend û di sala 2008an de masterê (M.A.) qedand. Wê her wiha nîvsalek li derveyî welat li Zanîngeha Concordia li Montreal, Kanadayê qedand. Wê li Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê û li ofîsên endamên Bundestagê Alexander Ulrich û Heike Hänsel stajê qedand. Di heman demê de wê wekî garson û karmenda navenda telefonê jî dixebitî. Dûv re wê ji sala 2010 heta 2011 di sektora perwerdehiyê de wek mamoste li gel ciwanên paşwendî û koçberên nû xebitî.