Gabriella Wilde

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gabriella Wilde
Navê rastî
Gabriella Zanna Vanessa Anstruther-Gough-Calthorpe
Jidayikbûn8ê nîsana 1989an (35 salî)
PîşeLîstikvan, model
Salên çalak2009-niha
Zarok3
Dê û bav
biguhêreBelge

Gabriella Zanna Vanessa Anstruther-Gough-Calthorpe yan jî bi navên ku pê tê zanîn Gabriella Wilde û Gabriella Calthorpe, (jdb. 8ê nîsana 1989an; Basingstoke, Hampshire, Brîtanya) model û lîstikvaneke brîtanî ye.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wilde li Basingstoke, Hampshire, Keyaniya Yekbûyî hate dinê.[1] Bavê wî, John Anstruther-Gough-Calthorpe, karsaziyek e, û diya wî, Vanessa Mary Theresa (Hubbard), Sir Dai Llewellyn, wekî yek ji kesayetiyên rengîn ên civaka bilind a Baronet ya 4an tê zanîn. Xwişkek wî ya bi navê Octavia heye. Di heman demê de ji zewaca yekem a bavê xwe ye. Pênc xwişk û birayên wê yên din jî hene. Xwîşkûbreyîn wê helal Georgiana, Isabella, û Jacobi ye. Olivia û Arabella ji zewaca yekem a diya wê ne. Bavê wî, John, serokê berê yê fîrma Watermark Group e û kurê baronê yê piçûk e. Dayika wê Vanessa modelek berê ye ku li ber lensên wênekêşên wekî David Bailey û John Swannell wêneyan kişandiye. Di heman demê de birayê bavê Wilde Isabella Calthorpe û birayê dayikê Olivia Llewellyn lîstikvaniyê dikin

Ew yekem car li Ascot çû dibistana navînî ya Heathfield dest bi xwendina xwe kir, lê ji ber sedema vexwarina alkolê ya bêdestûr şandin dibistana St Swithun a Winchesterê.

Kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wilde di 14 saliya xwe de ji aliyê Naomi Campbell ve hat dîtin. Ew beşdarî ajansa xwe Premier Model Management bû û di kampanyayên ji bo pargîdaniyên wekî L.K.Bennett, Lacoste, Abercrombie & Fitch, Burberry, Topshop û ji bo InStyle, Cosmopolitan, Vogue û Nylon bi wêneyê danasînê derkete holê.[2]

Di sala 2007an de li Brîtanya wekî keçika duyem ya herî mafdar hate binav kirin lê bi vê navdarê bala çapemeniyê nekişand. Di kanûna 2009an Wilde di komedî ya St Trinian's 2: The Legend of Fritton's Gold de yekemcar rol wergirt. Di Gulana 2010an de Wilde di rêzefîlmê televizyona BBC Doctor Who de wekî yek ji vampîreyên navdar di "Vampires of Venice" derkete pêşberî bînera.

Kanûn 2010an de Wilde hate ragihandin ku di fîlimê The Three Musketeers de, adaptasyona romana bi heman navî, di yekemîn fîlima xwe de rol wergirt. Wilde rola jina li bendewarê qiralîçe, rola Constance Bonacieux wergirt û li kêleka Orlando Bloom û Logan Lerman lîst. Fîlim di Çirî ya 2011an de hate weşandin û li seranserê cîhanê li ser 132 mîlyon $ qezenc kir.[3] Lê fîlm li Rotten Tomatoes ji hêla 90 rexnevanan ve bi rêjeya ji sedî 24% kêm hate pêşwazî kirin.[4]

Di Adara 2012an de, Wilde rêzefîlmê pîlot a televîzyona ABC Sci-Fi Dark Horse rol wergirt. Rêzefîlm li ser mijara xwendekarekî zanistê ye ku fêr dibe ku ew yeka bijartî ye ku li hemberî hêzên xerabiyê hatiye wezîfedarkirin. Pîlot ji bo dansala televîzyonê ya 2012–2013 ji aliyê ABC ve nehat hildan.[5] Di heman salê de Wilde di kurtefîlma Il Maestro de lîst û ev kurtefîlm bi fîlimek din a bi navê Squatters ve hate berhevkirin.

Wilde di fîlmê Dark Horse û di heman mehê de bi rola Sue Snell di sala 2013an di fîlmê Carriede rol wergirt. Fîlim ji hêla derhênerê Boys Don't Cry Kimberly Peirce ve hat derhêner kirin û Chloë Grace Moretz û Julianne Moore di fîlmê de lîstin. Fîlm, di Hezîran 2012an de dest pê kir û di Çirî 2013 de hate weşandin.[6]

Di 2013 de, Wilde di adaptasyona fîlimê duyemîn a romana Evîna Bêdawî ya Scott Spencer de rol wergirt. Fîlm di sala 2014an de derket û di fîlmê de bi Alex Pettyfer re rol lîst.[7] Wê ji 2015 heta 2019 di drama BBC Poldark de Caroline Enys de bi navê rola née Penvenen rol wergirt.

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên wê
Sal Sernav Rol Nîşe
2009 St Trinian's 2: The Legend of Fritton's Gold Saffy
2011 The Three Musketeers Constance Bonacieux
2012 Il Maestro Cellist Kurtefîlm
2013 Carrie Sue Snell
2014 Endless Love Jade Butterfield
2014 Squatters Kelley
2020 Wonder Woman 1984 Raquel

Televizyon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmên televizyonê
Sal Nav Rol Nîşe
2010 Doctor Who Vampire Girl Beşa "The Vampires of Venice"
2012 Dark Horse Wynter-Lee Cardigan Pîlotê TVyê nayê firotin
2016–2019 Poldark Caroline Penvenen 32 beş
Satellite Award for Best Cast – Television Series

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The saints and sinners of St Trinian's | Life & Style". web.archive.org. 1 kanûna paşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 kanûna paşîn 2012. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Modeling". English Rose: Gabriella Wilde — All things British actress Gabriella Wilde (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 2 adar 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2021.
  3. ^ "The Three Musketeers". Box Office Mojo. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2021.
  4. ^ The Three Musketeers (2011) (bi îngilîzî), roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2021
  5. ^ Jeffery, Morgan (2 adar 2012). "Monique Gabriela Curnen joins ABC pilot". Digital Spy (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2021.
  6. ^ Armitage, Hugh (29 gulan 2012). "Gabriella Wilde joins 'Carrie'". Digital Spy (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2021.
  7. ^ "Alex Pettyfer and Gabriella Wilde to Lead ENDLESS LOVE Remake". Collider (bi îngilîziya amerîkî). 21 adar 2013. Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2021.