Galyon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dirûvandineke galyoneke holandî; Hendrick Cornelisz Vroom, 1600

Galyon, babele, kalyon cure keştîyeke bibabirek, bixêlî ye. Herçendî gelek berê hatibe bikaranîn jî, ewropayî dîroka galyonê jî ji ewropayiyan didin destpêkirin. Tê gotin di sedsala 16. de hatiye çêkirin, îngilîzan bipêşxistine û wekî keştiyeke şer jî gelekan bikaranîne.

Kalyona tîpîk bi sê dîrekan e (stûn). Bi babirek (xêlî) e, babirekên wê bayê dibirrin, bi hêza bayê ajnê dike. Heger ba nebe yan kêm be, bi sekanan ajnêkirin didin. Bi derketina keştiyên bi motorên hilmê dixebitin, çi di veguhastinê, çi leşkeriyê de, qîmeta wan daket.

Taybetiyên sereke yên babeleyên leşkerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sêstûnî bûn, topên şer lê hebûn û ji gelek parçeyan pêk dihatin. Pêhnikên wan (guverte) qatqatî bûn. Li binî sîntîne hebû. Embara topê ji bo ajarê (berûbarûd, cebilxane) bû. Lûmbarên wan bi devangê bûn.

Cureyên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nelson, Arthur: The Tudor Navy. The ships, men and organisation 1485-1603. London, Conway Maritime, 2001. ISBN 0-85177-785-6