Keştî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Keştiya rêwiyan Queen Mary 2
Fairplay 26

Keştî an jî gemî amyareke deryadariyê (deryageriyê, deryavaniyê) ye ku bu prînsîpên Arşîmed li ser avê ajnê dike, diajo. Ji kelek, bot û gelek amyarên din mezintir e.

Keştî li barengan (tersane) tên çêkirin. Keştî bo veguhastina mal û rêwiyan, bo leşkeriyê û gelek armancan tên bikaranîn. Bi hêza mirovan an motorê dixebitin. Belem û keştiyên bi sekanan tên ajotin, ji vir 4-5 hezar sal berê jî dihatin zanîn û bikaranîn.

Egîptiyan (misir), fenîkiyan, îraniyan (faris, kurd ûêd), vîkîngan bi gelek awayan belem û keştî çêkirine, deryavanî bipêşxistine. Herwiha çînî, afrîkayî û grekiyan jî. Fenîkiyan li Deryaya navîn wargehên mezin û navdar ên deryavaniyê ava kirine û dema behsa deryavaniyê tê kirin, fenîkî tên bîra mirov.

Li Kurdistanê keştî û dîroka wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keştî, weke amûrekî ku li ser avê re di ahengekê de dikarê bisekinê û herê ya. Bi Berbagan dikarê aliyê ku wê bi wê de herê bi vir ve berê xwe bidiyê de. Keştî, li ser axa Mezopotamya, berî zayînê heta çar hezar salan jî dîroka wê diçê ku hatiya çê kirin. Di destana Gilgamêş de, em rastî wê tên ku Gilgamêş bi wê dikeve rêwitiyekê de ku herê û xwe bigihêne Utnapîştim ku ew nepeniya jiyane nemiriyê bide wî. Di wan deman de, çemê Dîcleyê jî û yê Firatê jî mazin û bilind bûna û li herêmê xwediyê bandoraka mazin bûna. Li ser çemê Diclê û yên Firatê û heta ku ji çemên Zêrewar çemê Merîwanê, û heta ku tê gotin ku li ser gola Urmiyê bixwe jî bo ku ji aliyekî herina aliyê din keştî hebûna. Ev jî, didina nîşandin ku di demên berê de bandûr û mazinatiya van çem û golan mazin hebûya di demênberê de.

Li Misira kevnare, ji ber ku li ber çemê Nîlê ya, li wir jî, tê gotin ku keştî hatina çê kirin. Her wusa, piştî sadsalên piştre, ku li Anatolya pêşketinên bi şariştanî dibin êdî li wanderan jî li deverên li beravê hatina çê kirin. Piştre, di demên piştre de, wê keştî zêdetir bibin û bo barkirina leşkeran ji herêmekê li herêmeka din wê werina bikarhanîn. Bi vî rengî êdî ketina xizmeta şerên ku hin bi hin zêde dibin û tên dayin de jî. Piştre, wê gelek cudayên keştîyan biafirên. Keştîyên bo barkirin û veguhaztina tiştan, keştîyên bo rêwîtîyê. Weke ku di roja me de jî, keştîyên bo şer ku li ser wan qada balefiran jî hena, hatina çêkirin û li cihanê li ser avê diçin. Lê keştîyên ku bin dibin avê de jî diçin û û tên hena. Ev rengê keştîyan jî, tenê bo armanca leşkerî û hwd tên bikarhanîn. Weke din jî, zêde bo rêwîtîyî pêşketina wan ne hatina kirin.

Di sadsale me de, her welat, dema ku bahse artişa xwe ya bejehî û ya hewayî dike, gelek welat êdî bahse artişa xwe ya li ser avê jî dikin ku bi keştîyan afirandina û bi teknîkên pêşketî ew xemilandina.

Li Kurdistanê di demên berê de, biteybetî li ser çemên weke Dîclê û Firatê keştî hatina avakirin. Keştî, pirr başî hatina naskirin. Di destana Tûfana Nûh de jî bahse kiştê hatiya kirin. Minaq, hatiya gotin Keştiya Nûh. Lê hertimî li ser rûbarên Kurdistanê ew hebûna.

Di demênberê zayînê û ankû di dema hûrî û mîtaniyan û heta ku berî wan di dema gutî û berî wan jî di dema qasîtan de dibêt ku bo veguhaztina leşkerên şer jî hatibibin bikarhanîn. Hin bi hin, dema ku dîrok tê kifşkirin, nîşanakê vê jî tên dîtin û kifşkirin. Rûbarên li kurdistanê û golên wê ên weke gola Wanê, gola Urmiyê û hwd, golna mezin ku pirr fireh bûn û weke bahrna bûn. Li ser wan jî, keştî hebûna.

Keştî li Misra kevn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Misra kevn, tê gotin ku hebûya. Piştre, di demên dawiyê ên pêşketina şariştanîya misra kevn de tê gotin ku ew hatina çêkirin. Bi vê yekê, hinbi hin di vî warî de jî hizrên ku tên ser ziman hena.

Misrî, di demên xwe yên dawiyê de, wê artişaka xwe ya mazin ava bikin. Lê piştre, hin bi hin weke ku çawa Kurdistan rastî hêrîş, telan û hwd hat, wê ew jî bi heman rengî rastî hêrîş û pêvajoyên telankirinê werê. Bi wê re jî, êdî di wan telanan de hemû dewlemendî hatina ji holê rakirin û birin.

Di dema kevnare ya girekê de keştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Em ji destanên Homeros ên bi navê Îlyad û Odeseus fahm dikin û di wan de dibînin ku keştî hatina pêşxistin û êdî bo artiş û şer û hêrîşan jî hatina bikarhanîn. Di dema ku hêrîş li Troyayê dibin, wê hemû artişa girekiyan, weke ku di van destanan de jî tê gotin, bi keştîyan tên berê wê bajarên troya û bi wê re şer dikin.

Di serdemên navîn de keştî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di serdemên navîn de, wê bi teybetî, êdî keştî bi teknîkeka pirr pêşketî wê derkevina li pêş. Wê keştîyên leşkerî û ên mazin werina çê kirin. Bi wan re, wê bi rojan û heyvan wê rêwîtî werina kirin. Bi wê re jî, di serdema navîn de wê ji roja, keştî bi kevina rêyan de û wê bi ber şariştaniyên nû de herin. Ew dîroka ku rojava ku bi rengê "dîroka kifşan", hemû bi armanca hîrîşên li wan şaritaniyên kevn bûna. Li parzemîna Emerika, mayayî, çermsor û hwd dijîn. Ew jî, piştî dîtina wan, rastî hêrîşan tên û î ro weke ku ji dîrokê hatina birin mana.

Li welatên cîhanê, piştî serdemên navîn û serdemên piştî serdemên navîn ên nû re, wê wê keştîyên mazin ên hemdem hem bo rêwîtîyê û hem jî bo leşkerîtîyê tên çêkirin û bikarhanîn.

Têgînên deryavaniyê û zimanê kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Termên deryavanî û keştîvaniyê yên zimanê kurdî ji yên romî, (tirkî) û erebî gelek zêdetir in, lê roj bi roj winda dibin. Li ser wan xebateke zanistî nehatiye kirin.

Wêjeya devkî ya kurdî de gelek binavkirinên keştiyan hene: Kelek, belem, keştî, babele, keştiya cotlenger, şeşrim, keştiya serdîk, qilonçxwar, keştiya cinan, keştiya dizan hwd. Evana nav in an rengdêr in lê xebatekê nehatiye kirin.

Çend ji wan:

  • Sekan, bêrikên pê keştî tên ajnêkirin
  • Lenger (hesinê keştiyê)
  • Lûmbar
  • Pêhnik, guverte
  • Stûnên keştiyê
  • Sîntîne, qata binî ya keştiyê
  • Pît, bavê keştiyê
  • Keştîvanî
  • Naxuda, mezinê, rayedarê keştiyê
  • Kaptanê deryayê, kaptanê sereke yê keştiyê
  • Kaptanê keştiyê
  • Kelekvan
  • Îskele, aliyê çepê yê keştiyê
  • Pesare, cihê ku keştî lê lenger diavêjin
  • Targe, pirika ku dirêjî keştiyê dikin
  • Lengergeh
  • Cihnuma, pisûla

Hin cureyên sereke yên keştiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]