Gam

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hemû ton, lîdyan û gamên major

Gam (fransî: gamme) rêzeya dengan e ku ji dengekî dest pê dike û li oktava wî dengî bi dawî tê. Gama ku ji dengê stûr dest pê dike û zirav dibe "gama berbijor" e, gama ku ji dengê zirav dest pê dike û stûr dibe jî “gama berbijêr” e.

Peyva gam bi wateya "rêze" jî tê bikaranîn. Mirov dê di vê rêbazê de peyva “gam”ê hilbijêre û mirov dê gamên ku pêkan e di pergala tamperamana yeksan de tên lêdan/gotin binirxîne (ango em ê rêzeyê meqamî nenirxîne).

Beriya ku mirov qala gamên bingehîn ên muzîka rojavayî (major, mînor) bike, divê mirov modên wan ên di şaristaniya Yewanî ya Antîk û Ewropaya Serdema Navîn de vekole (ku ev gam di wan serdeman de çêbûne û ji gamên wan serdeman re mod tê gotin).

Di şaristaniya yewnanî ya antîk de, mod bi berhevbûna "tetrakordên"" çar dengî pêk dihatin. Di wê serdemê de modên bi navên mîksolîdyî, lîdî, frîgî, dorî, hîpolîdî, hîpofrîgî û hîpodorî hatine bikaranîn û ev mod ji modên di serdema navîn de hatine bikaranîn cudatir in.

Ji ber ku di nav de gamên major û mînora xwezayî heye, mirov dê heft modên dêrê ku di Serdema Navîn de hatine bikaranîn bi hûrgilî vekole. Modên dêrê ew gam in ku ji heft dengan pêk tên.

Nirxên pileyên gamê di muzîka rojavayî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Do = C
  • Re = D
  • Mî = E
  • Fa = F
  • Sol = G
  • La = A
  • Sî = B

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]