George Smoot

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
George Smoot
Jidayikbûn
George Fitzgerald Smoot III Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

20 sibat 1945 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Yukon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Amerîkî
Perwerde
Pîşe
Dê û bav
  • George F. Smoot Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (2006)
  • NASA Exceptional Scientific Achievement Medal (1992)
  • Oersted Medal (2009)
  • Fellow of the American Physical Society
  • Albert Einstein Medal (2003) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

George Smoot (jdb. 20ê sibata 1945ê) stêrfîzîknasekî û gerdûnnasekî amerîkî ye. Ew li Zanîngeha Kalîforniyayê li Bêrkliyê dersdêrê fîzîkê ye. Bi tevayî digel John C. Matherî Nobel Xelata fîzîkê ya sala 2006ê jiber lêkolînên liser formên ko dibêjinê Tenên Reş û enayzotopiya tîrêjderî ya paşxaneyî ya hûrpêlane ya gerdûnî wergirt. Ev ew kar e ko gewherê birdoza gir-gurmînê ya gerdûnê bi arîkarî ya heyvoka COBEê dana.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwendin û destpêka lêkolînan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Smût li Yukona wîlayeta Florîdayê hat dinyayê. Wî berî ko biçit Binkeyê Teknolojiyê yê Massachusettsê (MIT) matîmatîk xwînd. Wî li sala 1966ê li BTMê du bawernameyên bekaleryûsê, yek li matîmatîkê û ya dî jî li fîzîkê wergirtin. Wî li sala 1970ê doktora ya xwe li fîzîka pirtikan wergirt. Paşî wî heza xwe ber bi keyhanzanistî guhart û çû Ezmûngeha Niştîmanî ya Lorens Bêerklî û li wêderê digel Luis Walter Alvarezî li ser ezmûna HAPPEê ko balûneka çînsepehrî ji bo vedîtina dijemaddeyî li atomsepehra jorîn e xebitî. Di wê ezmûnê da wî modêla keyhanzanistî ya rewşa tebitî ko heta niha jî aloz û nezelal e pêşbînî kir. Paşî ew li tîrêjderî ya paşxaneyî ya hûrpêlane ya keyhanzanistî (TPK) meraqdar bû. Pirsyareka bêbersiva wî çaxî pirsayra nijara keyhanê bû. Yek ji modêlan pêşbînî ya hindê dikir ko keyhan di zivirînê da ye û dewseka vê di TPKê da hebû: germapileya tiştan li goreyê sû û simta lênihêrînê dihat guhartin. Bi arîkarî ya Alvarêzî, wî tîrêjpîvek afirand ko cidatiya germapileya TPKya du simtan ko 60 peyîskan ji hev dûr bûn dipîva. Amîr li ser frokeyeka Lockheed U-2 hat damezrandin û şiya biselmînit ko zivirîna giştî ya keyhanê sifr e (li goreyê sînorên diristî ya amîrî). Amîrî vedît ko germapile ya TPKê li goreyê ducemserekê (dipole) dihêt guhartin. Ev wekî bandora Dopplerî ya zivirîna erdî bi hevberdanî ya digel devera tîrêjdana TPKê, ko dibêjnê sethê herî dawîn yê şerpezekirinê, hat şirovekirin.