Ginnifer Goodwin
Ginnifer Goodwin | |
---|---|
![]() Ginnifer Goodwin (2012) | |
Navê rastî | Jennifer Michelle Goodwin |
Jidayikbûn | 22ê gulana 1978an (45 salî) |
Esil | Amerîkî |
Pîşe | Aktrîs |
Salên çalak | 2000–niha |
Hevjîn | Josh Dallas (zw. 2014) |
Zarok | 2 |
biguhêre![]() |
Jennifer Michelle "Ginnifer" Goodwin, (jdb. 22ê gulana 1978an; Memphis, Tênêsî, DYA) lîstikvaneke amerîkî ye û bi rola xweya sereke ya bi navê Margene Heffman a rêzefîlma drama ya Big Love a HBO yê tê naskirin.
Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ginnifer Goodwin, li bajarê Memphis ê Tênêsî ji dayik bûye.[1] Diya wê Linda Kantor Goodwin mamosteyeke berê ye û demekî di fedEx ê de jî xebitî ye. Bavê wê Tim Goodwin berê xwediyê studyoyeke tomarkirina mûzîkê bû û karê tomerkirina muzîkê dikir.[2] Goodwin rastnivîsîna navê xwe ji bo bilêvkirina zarava ya xwe herêmî ji "Jennifer" guherte "Ginnifer". Xwîşka wê ya biçûk Melissa Goodwin, di pêşandenê xelaya de anîmatora rawestanê ye.
Dayika Goodwin bi baweriya xwe cihû ye û Goodwin, li Dêra Yekemîn a Ûnîteryan û Perestgeha Îsraêlê mezin bû.[3][4] Di zarokatiya xwe de di demsalên havînê de diçû kampa cihû ya Henry S. Jacobs a bajarê Utica yê Mîsîsîpî ye. Goodwin di ciwaniya xwe de girêdayî Federasyona Ciwanên Perestgehê ya Amerîkaya Bakur bû û di BBYO'yê de li Navenda Civaka Cihûyan a li Memfîsê û di federasyonê de bi awayekî çalak dixebitî. Goodwin di destpêka perwerdeya xwe li bajarê Memphis a Tênêsî yê çû dibistana pisîkolojî ya St. Mary'sê Di 1996an de ji Dibistana Lausanne Collegiate qedand û beşdarî Zanîngeha Hanover bû ji beşa şanoyê mezûn bû. Di dema xwendekariya xwe de di gelek kurtefîlmên xwendekaran û di gelek berhemên zanîngehê û şanoyên herêmî de jî cih girt.[5] Goodwin ji aliyê Weqfa Bette Davis ve " Xelata Sozdayînê ya Pîşeyî" wergirt. Piştî dema xwe ya li Zanîngeha Bostonê, demekê li Îngilistanê dijî û di Enstîtuya Shakespeare ya bajarê Stratfordê xwend. Sala din ji Akademiya Hunera Dramatîk a Keyaniyê ya Londonê Bawernameya Shakespeare A Lîstikvaniyê wergirt.[6]
Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Fîlmên wê | ||||
---|---|---|---|---|
Sal | Fîlm | Rol | Nîşe | |
2003 | Mona Lisa Smile | Constance "Connie" Baker | ||
2004 | Win a Date with Tad Hamilton! | Cathy Feely | ||
2005 | Walk the Line | Vivian Liberto Cash | ||
2006 | Love Comes to the Executioner | Dori Dumchovic | ||
2007 | In the Land of Women | Janey | ||
2007 | Day Zero | Molly Rifkin | ||
2008 | Birds of America | Ida Tanager | ||
2009 | He's Just Not That Into You | Gigi Phillips | ||
2009 | A Single Man | Mrs. Strunk | ||
2010 | Ramona and Beezus | Aunt "Bea" Beatrice | ||
2011 | Take Me Home Tonight | Banky | ||
2011 | Something Borrowed | Rachel White | ||
2014 | Tinker Bell and the Legend of the NeverBeast | Fawn | Rola dengê | |
2016 | Zootopia | Judy Hopps | Rola dengê |
Televizyon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Fîlmên televizyonê | ||||
---|---|---|---|---|
Sal | Fîlm | Rol | Nîşe | |
2001 | Law & Order | Erica | Beşa "Myth of Fingerprints" | |
2001–2003 | Ed | Diane Snyder | Rola sereke (dansal 2–3), 25 beş | |
2002 | Porn 'n Chicken | Maya | Fîlmê televizyonê | |
2005 | Robot Chicken | various | Rola dubare ya dengê , 7 beş | |
2006–2011 | Big Love | Margene Heffman | Rola sereke | |
2007 | Big Love: In the Beginning | Margene Heffman | 2 beş | |
2009 | Crappy Holidays Presents... | Şablon:TableTBA | Beşa "Crappy Easter" | |
2011 | SpongeBob SquarePants | Purple Haired Mermaid | Rola dengê ya beşa "Welcome to the Bikini Bottom Triangle" | |
2011 | Margene's Blog | Margene Henrickson | Beşa "Crush Story" | |
2011 | Five | Charlotte | Fîlmê televizyonê | |
2011–2018 | Once Upon a Time | Mary Margaret Blanchard / Snow White | Rola sereke (dansal 1–6) | |
2012 | Electric City | Jean Marie St. Cloud | Rola sereke | |
2013 | Killing Kennedy | Jacqueline Kennedy | Fîlmê televizyonê | |
2014 | Sofia the First | Gwen | Rola dengê ya beşa episode: "Gizmo Gwen" | |
2015 | Who Do You Think You Are? | Herself | Beşa "Ginnifer Goodwin" | |
2019 | I Am Somebody's Child: The Regina Louise Story | Jeanne Kerr | Fîlimê televîzyonê; hilberînerê sereke | |
2019 | The Twilight Zone | Eve Martin | Beşa "Point of Origin" | |
2019 | Heartstrings | Genevieve | Beşa "These Old Bones" | |
2019 | Why Women Kill | Beth Ann | Rola sereke |
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ "Ginnifer Goodwin Biography - Yahoo! Movies". web.archive.org. 4 hezîran 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 4 hezîran 2011. Roja wergirtinê: 3 sibat 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ 680 (3 tîrmeh 2013). "Interfaith Celebrities: Ginnifer Goodwin Re-Discovers Judaism; Rachelle LeFevere is Hot; Liev Scheiber: New Series; Gary David G". 18Doors (bi American English). Roja wergirtinê: 3 sibat 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (link) - ↑ "Ginnifer Goodwin comes 'home' to Jewish faith | Faith in Memphis". web.archive.org. 19 çiriya paşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 19 çiriya paşîn 2013. Roja wergirtinê: 3 sibat 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link) - ↑ 680 (3 tîrmeh 2013). "Interfaith Celebrities: Ginnifer Goodwin Re-Discovers Judaism; Rachelle LeFevere is Hot; Liev Scheiber: New Series; Gary David G". 18Doors (bi American English). Roja wergirtinê: 3 sibat 2021.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (link) - ↑ "Ginnifer Goodwin". TVGuide.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 3 sibat 2021.
- ↑ "Ginnifer Goodwin". TVGuide.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 3 sibat 2021.