Giraniya atomê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Giraniya atomê (ya jî giraniya gerdîlê) (Îngîlîzî, atomic mass), ji bo giraniya atomê Elementa di Kîmya de tê bikaranin. Giraniya atomê relatîv(relative atomic mass ) ji bo atomê xweza de li izotopekê pirtir hênê tê bikaranîn, gorî rêjê hebûna wan tê hejmmartin.

Îroj giraniya atomê gorî ber hev dane giraniya karbon-12 tê hejmartin. Giraniya 6.021023, ango molak û Hêjmara Avogadro tê gotin, atomên C-12 12 gram e. Giraniya atomên din jî gorî C-12 tê hejmartin. Molak pêze, bi gelemperî, qasa giraniya atomê lê pêk hatî dihêwirinî ye. Wekok giraniya atomê hesin 55.847 û molak atomê hesin jî 55.847 gram dibe.

Li ser Giraniya atomê herî pêş de John Dalton xebitî û di 1805an de giraniya atomên Hidrojenê 1 hel girt. Li paş wî re Jean Stas di 1865an de giraniya atomê Oksijen-16 ê 16 hel girt. Ji bo Oksijen du Îzotopan xweya din bi O-17 û O-18 heye ew sedema du hejmertinê ciyawazî di bû. Di 1961an de International Union of Pure and Applied Chemistry (IUPAC)(Yekitiya navnetewiya kîmya bingehî û nerîtî) C-12 ji bo Giraniya atomê hel girt. Gorî wan her sê hejmartinan giraniya Oksijen, Karbon û Hidrojen wiha dibe;

hel girtina H = 1 hel girtina O = 16 hel girtina 12C = 12
Hidrojen 1,000 1,008 1,008
Oksijen 15,872 16,000 15,999
Karbon 11,916 12,011 12,011