Gola Nazikê

Gola Nazikê
Herêm Bakurê Kurdistanê
Bilindî 1816 m
Rûber 44.5 km2
Kûrahî 40-50 m
Koordînat 38°51′40″Bk 42°17′36″Rh / 38.8611°Bk 42.2934°Rh / 38.8611; 42.2934
Gola Nazikê li ser nexşeya Bidlîs nîşan dide
Gola Nazikê
Gola Nazikê
Gola Nazikê (Bidlîs)
Cure Gola ava şirîn

Gola Nazikê, goleke ava şirîn e ku li parêzgeha Bidlîs a Bakurê Kurdistanê ye. Gol li parlela bakur 38,855547°B û li 42,286783°E dirêjahiya rojhilat de ye. Gola Nazikê 1816 mêtre ji asta deryayê bilind e. Rûava golê 44.5 km² ye û kûrahiya golê ya herî zêde 50 mêtre ye.

Ji ber ku ava golê şêrîn û ji hêla xurdemeniyê ve dewlemend e, di golê de gelek cûreya Masî ya Masîpank têne hilberandin û karê masîgeriyê li golê tê kirin. Ji xeynî vî cureya Masiyê masîyekî bi navê qoçût di golê de heye.

Afirîna golê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Nazikê yek ji golên volkanîkî ye ku di encamên teqînên volkanîkî de rê ber avê hatiye girtin çêbûye. Golên volkanîkî bi girtina eniyên geliyan di encama teqînên volkanan de çêdibin. Ava Gola Nazikê ava şîrîn e û gol bi çeman, ava berfê ya biharê û bi ava baranê tê xwedîkirin.

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Nazikê 16 de km li bakurê rojava ye navçeya Xelatê ye û rûbera wê 44.5 km² ye.

Jiyana xwezayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fauna[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê û derdora wê golê 4 cureyên ajalên xişok hatine tesbîtkirin. Xeyn jivan 2 ajalên cureyên amfîbîyan û 5 cureyên ajalên guhandar li ser golê û peravê hatine dîtin. Di golê de 4 cureyên masiyan dijîn. Li herêma derdora golê 63 cureyên çûkan hatine dîtin. Yek ji wan cûreyên çûkan jibo hebûna xwe di kategoriya xetereyî de ye.[1]

Flora[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nebatên gihayê golê ku ji hêla mirovên hatine çandin û zêdekirin serdest e. Li deverên rojhilat û rojavayê herêmê komên qamîşên piçûk hene. Li gundan û li herêmên başûr darên Bî (dar) têne dîtin. Li herêma derdora golê cûreyên babetên giha wekî Polygonum amphibium, Butomus umbellatus, Schoenoplectus lacustris subsp. Tabernaemontani, Phragmites australis, û di nebatên avî de Potamogeton lucens û P. perfoliatus hatine dîtin.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Nazik Gölü – BİTLİS". www.turkiyesulakalanlari.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 17 tebax 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2022.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]