Google Drive

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Google Drive

Malper    google.com/drive/
Ziman Pirzimanî
Avabûn 24ê nisana 2012an
Avaker Google
Xwedî Google
biguhêreBelge

Google Drive, karûbarek hilanîn û hevdengkirina dosyayan e ku ji hêla Google ve hatiye pêşve xistin. Google Drive di 24ê avrêla 2012an de hate destpêkirin ku destûrê dide bikarhêneran ku dosyayên xwe bi awayekî online (li ser serverên Google-ê) hilînin, dosyayên di nav cîhazan de hevdeng bikin û dosyayên xwe parve bikin.

Ji xeynî navbeynkariya webê, Google Drive ji bo komputerên Windows, macOS, mobîl û tabletên Android û iOS serîlêdanên bi awayekî negirêdayî pêşkêşî dike.

Google Drive, Google Dokûment, Google Sheets û Google Slides vedihewîne, ku beşek in ji pakêta nivîsgeha Google Dokûment e ku destûrê dide guherandina hevkarî ya belgeyan, pelên berbelav, pêşkêşî, xêzkirin, form û hêj bêtir. Pelên ku bi navgîniya pelgeya Google-ê hatî çêkirin û sererast kirin di Google Drive de têne tomar kirin.

Platformên Google Drive[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sepanên kompîturê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Google Drive ji bo PC-yên ku Windows 7an nûtir dixebitin û Mac-ên ku OS X Lion an nûtir dixebitin mirov dikare bikar bîne.[1] Google di nîsana 2012an de destnîşan kir ku xebata li ser nermalava Linux-ê didomîne, lê ji mijdara 2013an vir ve ti nûçeyek li ser vê yekê tune bû. [2]Di Nîsana 2012an de, cîgirê serokê wê demê ya Google, Sundar Pichai got ku Google Drive bi guhertoya 20an a Chrome OS-ê re were yek kirin.[3] Di cotmeha 2016an de, Google ragihand ku, bi pêş ve, ew ê piştgirî ji guhertoyên bernameyên komputerê yên ji 1 salî mezintir berdin. Di hezîrana 2017an de, Google ragihand ku serîlêdanek nû ya bi navê Backup and Sync di cihê sepanên sermasê yên Google Drive û Google Photos yên cihêreng ên heyî bigire, li ser platformên sermaseyê yek sepanek yekbûyî biafirîne.[4]

Sepanên mobîlê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Google Drive ji bo têlefonên Android û tabletên ku Android 4.1 "Jelly Bean" an nûtir dixebitin û jibo iPhone û iPadên ku iOS 8 an nûtir dixebitin heye.[5]

Di tebaxa 2016an de, Google Drive piştgirîya ji bo cîhazên Android ên ku Android 4.0 "Ice Cream Sandwich" an guhertoyên kevntir dimeşînin qedand.[6] Li gorî polîtîkaya nûvekirina sepana mobîl a Googlê dibêje "Ji bo cîhazên Androidê, em ji bo guhertoyên heyî û 2 guhertoyên berê yên Androidê nûvekirinan peyda dikin." Li gorî polîtîkayan, serîlêdan ji bo cîhazên ku guhertoyên kevntir ên Androidê dixebitînin xebata xwe bidomîne, lê her nûvekirinên serîlêdanê li ser bingeha herî baş têne peyda kirin.[7]

Di 4ê gulana 2020an de, Google di guhertoya 4.2020.18204 a sepana Google Drive de ji bo iOS û iPadOS-ê, ku wekî Ekrana Nepenîtiyê tê zanîn, nûvekirinek taybetmendiyek nû derxist holê ku gava ku serîlêdan vekirî be pêdivî bi nasnameya Face ID-ê yan jî Touch ID-ê heye.[8]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Sistem şartları ve tarayıcılar - Bilgisayar - Google Drive Yardım". support.google.com. Roja gihiştinê 13 adar 2022.
  2. ^ Shankland, Stephen. "Google Drive for Linux? Patience, patience..." CNET (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2022.
  3. ^ Metz, Cade. "Google Set to Meld GDrive With Chrome OS". Wired (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 13 adar 2022.
  4. ^ Kastrenakes, Jacob (14 hezîran 2017). "Google Drive will soon back up your entire computer". The Verge (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2022.
  5. ^ "Sistem şartları ve tarayıcılar - iPhone ve iPad - Google Drive Yardım". support.google.com. Roja gihiştinê 13 adar 2022.
  6. ^ "Drive app update ends support for ICS, adds in-app storage upgrades, and more". Android Police (bi îngilîziya amerîkî). 23 tebax 2016. Roja gihiştinê 13 adar 2022.
  7. ^ "Google Workspace mobil uygulamalarına yönelik güncellemeler - Google Workspace Yöneticisi Yardım". support.google.com. Roja gihiştinê 13 adar 2022.
  8. ^ Welch, Chris (4 gulan 2020). "Google Drive adds Face ID and Touch ID protection on iPhone and iPad". The Verge (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 adar 2022.