Gotûbêj:Şamîlê Selîm Esgerov
Ev rûpela gotûbêjê ji bo nîqaşên li ser pêşvexistina Şamîlê Selîm Esgerov e. Ev ne forumek e ku li ser mijara gotarê nîqaşên gelemper li dar bixin. |
Polîtîkayên gotaran
|
Çavkaniyê lê bigere: Google (kitêb · nûçe · zanyarî · wêneyên azad · WP çavk) · JSTOR · NYT · Kitêbxaneya WPyê |
Esgerov
[çavkaniyê biguhêre]--Alsace38 (gotûbêj) 11:43, 4 gulan 2014 (UTC)
Şamîlê Selîm Esgerov ku şaîr, Kurdolog, etnograf, wergêr û “yekem şervanê kurdên Azerbaycanê” di roja 20ê Gulana 2005an de di 77 saliya xwe de çû ser dîlovaniya xwe.
Şamîl Esgerov, ku di sala 1928'an de li Kurdistana Sor li gundê Axçakentê bajarê Kelbecerê hatibû dinê, hê di ciwaniya xwe de bi dîrok û edebiyata Kurdistanê re, ku wê demê nav û dengê wê jî li holê nîn bû, eleqedar bûye.
Dibistana navîn û amadeyiyê di dereceya baş de qedandiye û paşê jî dibistana mamosteyî ya bilind a dewleta Azerbaycanê, pey re dibistana bilind a partiyê li Bakûyê û Ûnîversîteya Pedagojî ya Azerbaycanê xilas kiriye. Her sê dibistanên bilind bi “madalyona zêr” kuta kiriye.
30 pîrtûk nivîsand...
Li bajarê Kelbecera Kurdistana Sor edîtorê rojnameyê, serokê rêxistina ciwanan “Komsomolê” mudirê dibistanê, waliyê bajêr, mudirê perwerdeya bajêr, serokê mûzeya dîrokê bi rengekî navdar daye meşandin. Di dema seroktiya Şamîl Esgerov de, rêxistina ciwanên Kelbecerê di gelemperiya Yekitiya Sovyetê de, di “pêşbirka sosyalîst” de rêza yekem girtibû.
Esgerov li bajarê Bakûyê ji teklîfên ku veziveyên mezin bigre, gotiye na û mayîna li Kelbecerê tercîh kir, ku bêhna Kurdayetiyê jê werdigirt. Di sala 1993an de piştî ku Kelbecer ji hêla artêşa Ermenistanê ve hate dagirtin, bi neçarî jiyana xwe weke penaber li bajarê Bakûyê domand.
Ronakbîrê Kurd bi xebatên xwe yên edebî û zanistî li Yekîtiya Sovyetê û li derveyê welêt weke şexsiyetekî navdar dihat nasîn. Tevî ku bi xwe matamatîksiyen bûye, bi Kurdî û Azerî helbest nivîsandiye. Edebî, etnografî, dîrokî û hunerên estetîkî di serî de nêzîkê 40 pirtûkan nîvisandiye.
“Mem û Zîn” wergerand zimanê Azerî
Şamîl Esgerov, li ser xebatên edebî yên Cîgerxwîn teza xwe ya doktoriyê nivîsandiye, destana “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî wergerandiye zimanê Azerî. Wekî din jî, di serî de ji Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Evdirehman Hejar û Evdila Goran bi sedan helbestan bi zimanê Azerî bi lêv kiriye.
Herwiha ferhengoka zimanê azerî-kurdî, kurdî-azerî nivîsandiyê û bi vê yekê armanc girtiye, kurdên li Azerbeycanê ku zimanê wan asîmîle bûbû, ji nû ve zindî bike. Dîsa yekem ferhengoka qafiya (mişar) zimanên kurdî û azerî ji hêla Esgerov ve hatiye çêkirin. Ewî emrê xwe di rêya ronîkirina Kurdan û biratiya gelan de borand. Bi xwe di vê riyê de çendî ku rastê zext û zorê hatibe jî, ji şewaza jiyana xwe tu caran tawîz nedaye.
Ew 'ansîklopediya zindî' bû...
Di sala 1978'an de bi sedema ku “kurdayetiyê” dike, çar salan hate zindan kirin. Di nav rewşa çetînahiyê de bi navê “Lal Kiz” destana helbestî ku 20 hezar rêzik e û dîroka têkoşîna gelê Kurd vedibêje nivîsandiye û bi vê berhemê helwesta xwe li dî neheqiyên ku têne kirin nîşan da.
Timî di dilê wî de evîna Kurdistana mezin hebû, ew tam dildarê Kurdistana Sor bû. Mirov dikare bibêje ku li Kurdistana Sor ciyê her kevirî, her darî û her kaniyê dizanibû. Şamîl Esgerov, li komara ku lê dijiya dostên wî yên ku ji “kurdayetiyê” hez nedikirin jî, jê re digotin “ansîklopediya zindî” û abîdeyê zindî yê dostaniya Kurd û Azeriyan. Ji bo kurdên ku li nav Yekîtiya Sovyetan belav bûne, wateya wî mezin e.
Nîzamettin Akkurd, Nivîskar Swed.
Pira hemyar
Jîyanêda ew mîrov hetabe gava vê gerdûnêda kêm, zêde dîjî û pêy xwe kirinên qenc dihêle. Lê mîrov jî hene di jîyana xweda kirinên qencra tevayî rêçên nûh dide vekirinê, bona mîrovayê dixulîqîne, ser surên sergirtî vedîke. Vi alîda helbestvan, ulumdar, lêkolînvan, wergervan Şamîlê Selîm hetabe. Şamîlê Selîm çawa helbestvan û ulumdar bi nav denge. Hetanî naha 30 pirtûkên zêdetir wî hatîne weşandînê. Nava wanda pirtûkên usa hene jî behrê pênûsa wî xuliqînê. Jî wan em dikarin jêrê navê çend pirtûka bînin ziman:
“Ferhenga mişarên zimanê Azerbaycanê”;
“Helbestên hevdeng”;
“Ferhenga Kurdî-Azerbaycanî û Azerbaycanî-Kurdî”;
“Mişarên zimanê Kurdî”;
“Helbesta nûhdemî”;
“Ferhenga zimanê Azerbaycanî ya helbestaye hevdeng” (du pirtûk);
“Ferhenga gilîyên xuliqî” û yên mayîn.
Pêwîste ewê yekê bigihîne xwendevana, gava van pîrtukan ronahî dîtînê, wêjezan, zimanzan, rexnevan û ulumdaran derbarê her pirtûkeke Samîlê Selîm da çendîn gotarên bi zanyarî nivîsîne û her yekê di hîndava xweda pêşniyar kirîne navê doktorê fîlolojîyê, hêjayên bilind bidine wî.
Şamîlê Selîm bona pêşta çûyîna wêje, dîrok û zimanê Kurdî kirînên hêle kirîne. Azerbaycanêda bûye kolling lêdanê kurdnasîyê û kurdzanîyê!
Helbestvanê navdar sala 1968-a derbarê efrandarîya helbestvanê Kurd Cîgerxwîn da doktora nivîsîye û navê doktora ulmê fîlolojîyê stendîye. Bona xwendevanên Azerbaycanê efrandarî-poyêzîya Cegerxwînva bîbîne nas, Şamîlê Selîm derbarê helbestvanê şoreşger da pirtûka xweye bi navê “Helbestvanê gel” dîde weşandinê.
Sala 1976-a Şamîlê Selîm, gaveke bi culet davêye û destana klasîkê wêjeya Kurd Ehmedê Xanî ya naveyan “Mem û Zînê” werdigerîne bi zimanê Azerbaycanî û dide weşandinê. Deng-besê vê wergera Şamîlê Selîm jî Azerbaycanê der jî bî hêjayeke bilindva tê bihîstinê. Awa, li Îraqê Şukrî Mustafa sala 1977-a di rojnameya bi navê “İraq”ê-da hejmara 8-da gotara xweye “Destana Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” bi zimanê Azerbaycanî” – da dinîvîse, wekî salên 70 da wêjezanê Kurd Mehemmed Emîn Bozerslan “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanîyê nemir wergerandîye ser zimanê tirkî û ew bi Kurdî-tirkî bi bedewî daye weşandinê. Gava mine wê xwend û xwe-xwera got: “Xwezila ev xwesteka bi zimanê gelê dunyayê, taybetî bi zimanê gelên ciranên Kurdan bahata wergerandinê?” Dema “Mem û Zîn” bi wergera Şamîlê Selîm dikebe destê wî, ew awa dinîvîse: “Ey gel! “Mem û Zîn” xwesteka Ehmedê Xanî bûyê û helbestvan Şamîl Esgerov ew bi nêtkûrîya helbestva wergerandîye. Ey ewladno, hûn bi xwe bêjin, ev çîye? Ew kare, kar! Ne heneke!”
Wê şûnda Şamîlê Selîm helbestên helbestvanê Kurd Elîyê Evdilrehman werdigerîne û sala 1975-a pirtûka bi navê “Sîyanet” dide weşandine.
Şamîlê Selîm ji 50 helbestvanên Kurdan helbest wergeranîye zimanê Azerbaycanî û kovar, rojnameyên cuda-cuda da daye weşandinê. Çawa mînak dikarin helbestên helbestvanên Kurd Baba Taxî Hemadanî, Elî Herîrî, Feqîyê Teyran, Mele Cizîrî, Abdulla Goran, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Gûndî û gelekên mayîn.
Pêwîste bi şêkirdarî bînin ser zaran, wekî Şamîlê Selîm derbarê dîroka Kurdên li Azerbaycanê, derbarê kevneşopî erf-edetê wanda çendî-çend gotarên bi ulmî nivîsîne û wana çapamenîyêda ronahî dîtine…
Şamîlê Selîm, bi dehan helbestên helbestvanên Azerbaycanê wergeranîye ser zimanê Kurdî û wan helbestana li bajarê Bakû di pirtûkada bi navê “Pira hemyarîyê” hatiye weşandin. Pirtûk badîlhewa nehatîye navkirinê “Pira hemyarîyê”. Ew revayî dostîya gelan bûye…
Vê pirtûkêda gelek dîlokên mamoste Şamîle bi Kurdî efrandirê cî girtine. Ji sedan mînakek:
Çavênê me kanîye,
Derde welat zanîye.
Bi serê me dijminan,
Hezar lîstîk anîye.
Malê bavan şewtîye, Derdên usa kê dîye? Bi dilê min le bedrin, Hezar sale ew tîye.
Pirtûkêda du poyêm (destan) hatîne weşandinê. Yek hatîye navkirinê “Kurd û Kurdistan”. Dîroka Kurdan, ya weletên wan ber çavên xwendevanra tê derbaz dibe. Minak:
Neyar-dil camad,
Bûye wek esyad, Neçîre akrad. Bindeste nijad, Tune qasek dad. Tu buye Şeddad, Kavayê heddad. Bibe pêşîvan, Kurd û Kurdistan.
Destana dinê “Dîlar çima gîrîya”ye. Mijara wê pir hewaskare (balkêşe). Mêrxasê destanê Dîlar yek-yek kurê xwe dîşine şerê bona azaya Kurdistanê. Ewana hatinê kuştinê, Dîlar nagîrî, lê gava kurê wîyî dawîyê şêrda bi mêrxasî tê kuştinê, ew digîrî. Der-cîran wîra dibên awa dertê, te tenê kurê xweyî biçuk hezkirîye, lema jî digîrî. Dîlar bi bildayî dibêje:
-Na! Ez bona wê yekê digîrîm, wekî îdî ewledên min tunenin, bişînime şêr.
Helbestên helbestvanda pîra dostîyê, biratîyê cîkî ber bi çav digîre. Em bi bedewî dintîrîne û daxweza helbestvan ewe, wekî gelên cîran faris, ereb, tirk û yên mayîn bi aşitî bijîn.
“Pira hemyarîyê” da helbestên helbestvanên eyan Nîzamî Gencevî, Muhemmed Fuzûlî, Qetran Tebrîzî, Şah Îsmayîl Xetayî û yên mayîn bi hostakîke mezinva wergerandîye. Mînak:
Ger tu bike qoncal bizan, rindayî, Dîsa vedigere, nabe undayî.
Ez wer teyir ninim bigire her lez, Ji her dumeqeskek bedxû nabim ez.
Kes duyûnî bike bi merîkek çe, Derdikeve bi ber, bi vala naçe.
Em bawer dikin beqî keda Şamîlê Selîm, helbestên werger, wê hezkirina wêjeye Azerbaycanê di navê gelê Kurda daha jî bide zêdekirinê. Dema me ev serbêjî dinîvsî helbestvanê xwedanê zanebûna kûr nexweşe, lê ew dîsa karê dike, bi wergerêva mijûle, helbestvan di nava jîyana xweda timê bûye çêkirdarê pira dostîya gelan.
Dawîyêda heqîkê jî bînîme holê. Eva 40 salî zêdetîre ez Şamîlê Selîm nas dikim. Ewî di Azerbaycanêda him Kurd daye naskirinê, him Kurdzanî daye kûrkirinê. Wekî bêjim ew hey bona serketina gelê xwe, bona dostîya gelan jîye, nîvîsîye, efrandîye, nîtîrandîye emê tu cewtîya nekîn. Armanca wîye here mezin ew bûye, wekî Kurdistan azabe, hemû gel mîna bira bijîn, ew timê dûrî şera, neheqîya bûye.
Ahmedê Hepo, Nivîskarê Kurd, Endamê Yekîtîya Nivîskarê Azerbaycanê.
ÇEND HELBESTÊN Şamilê Selim Esgerov
BÛYE
Ê, derdên me bêjimarin,
Şuxulên me dijwar bûye. Li warên xwe em bêwarin, Li nav dijmin navdar bûye.
Çima îro gelê mêrxas, Maye tezî, maye pêxas. Lawên egid, xortên gernas, Bo neyar ra beytar bûye.
Millet maye gelek li paş, Em rebenin, dijmin qellaş. Gel hûr dibe li bin beraş, Bê ziman û bê zar bûye.
Şamîl, pir-pir meke fikir, Alîyê gel her çax bigir. Şikir, şikir, hezar şikir, Feryarên me dîdar bûye.
Lİ DESTÊ TE YE
Rojê ezelî me li nav avaye,
Êş, jan, pirçûk bi Kurd birazavaye. Dilê me ji derdan mîna ezvaye, Ji destê me çûye erd û mavaye, Van kulên pir-pir kûr gelek zûvaye. Gelê Kurd! Dilgeşî li destê teye, Terxanî, xweşî li destê teye.
Mirazê dilê me bêdûnda maye, Şuxulê gelê Kurd hev-hevda maye, Ev li navê derdan serêda maye. Warên me li berên pir tada maye, Li destê neyare û unda maye. Gelê Kurd! Dilgeşî li destê teye, Terxanî, xweşî li destê teye.
Bona Kurdan gurdil wek bira bûye, Bila dîrok bêje, ji çira bûye?! Rîyên me tarîye, bê çira bûye. Ji hezar car zêde serhevra bûye. Kurdistan kafû-kûn pir cara bûye. Gelê Kurd! Dilgeşî li destê teye, Terxanî, xweşî li destê teye.
Gelê me revoke, bela-belaye, Miletê xebatkar destîvalaye. Warê cinnet bo me mîna kelaye, Rîya me gelek û pir muxeylaye, Li nav me bê jimar helahelaye. Gelê Kurd! Dilgeşî li destê teye, Terxanî, xweşî li destê teye.
Çîye va dûr ketin, çîye va ade, Em gelê mêrxasin, iro bêmede, Maye warênê me pir-pir bedîde. Derdên me mezine ji çîyan zêde, Tune li rîyên me şemal, sirîde. Gelê Kurd! Dilgeşî li destê teye, Terxanî, xweşî li destê teye.
DİGERİM
Ez goncalê Rojhilatim, Ez bê çarim, çar digerim. Ez li welat, bê welatim, Ez bê warim, war digerim.
Va çi qeyde, va çi bende, Li serê min seyîd çende? Dîyara min dewlemende, Ez bi parim, par digerim.
Ez Şamîlim, va çi jane, Va çi talan, çi lêdane? Evîna min Kurdîstane, Ez bê yarim, yar digerim.
EZ
Îro bêgel û bêwarim, Bêmal mame, zibarim ez. Ne tîndarim, ne zeftkarim, Li va jîyîn tewkarim ez.
Ne razame, ne şîyarim, Ne tarîme, ne şewqdarim, Bê welatim, şermosarim, Bo nêçirvan şikarim ez.
Ne dilsarim, ne rimdarim, Bo Kurdistan nihêrdarim. Li destê gel peltindarim, Bi niştîman peşkarim ez.
Ez Xanîme, ez Dilzarim, Ez Goranim, ez Hejarim, Ez Sebrîme, ez Dildarim, Bo Cegerxwîn paşkarim ez.
Bona welat yek şerkarim, Serhildanim û peykarim. Şamîlim, gel parastkarim, Serxwebûn û rizgarim ez.
DİJMİN
Kurno! Xapînoke bi raman naskin, Pir-pir belebane, remmale dijmin. Şûr hildin, warê xwe ji wî xilaskin, Mîna gurê hare, celale dijmin.
Bona miletê Kurd mîna mare ew, Him bela, bêtare, him dibare ew. Tu çax bawer mekin, derewkare ew, Pizmame, tev rûvî kurxale dijmin.
Neyar devçirane, neyar beyane, Lê bi dîrokê pîr karek eyane: Şamîl, kî nizane, bila bizane, Li ber Kurdan bûye hejale dijmin.
MESNEVÎ Bİ HEVDENG
Kurdistan rind dîyare, Derdê wê pir diyare.
Gelê Kurd bû zêde tî, Li êşan dît zêdetî.
Serhildan agirxweşe, Ji qûltî agir xweşe.
Derman eme hişyarbûn! Şikir, kurno hişyar bûn.
Şer Amede, şer Wane, Lawanê wan şerwane.
Xas jin, bûke, xas mêre, Xortên Kurd gişk xasmêre.
Pir bedewe serhildan, Lawên Kurdan ser hildan.
Jiyîn her dem jindare, Jin belq dide, jin dare.
Çav reş, heşin, çav sore, Dilê mêrxas çavsore.
Jiyîndrêj navsere, Nav mêrxase, nav sare.
Hin mirişkin, hin dîkin, Mervê dil pak hindikin.
Dest bedewe, pê xase, Çiman cotkar pêxase?
Tiştê xirab ber baye, Fikra xirab berbaye.
Kilamvane awazsaz, Tev birane awaz, saz.
Dibe birçî, merî tî, Dive bibe merîtî.
Şoriş xebat, şoriş kar, Bijî Kurdên şorişkar.
Mîna bahoz, ba were, Êl bi mêrxas bawere.
Şil bir, bo me hişk anî, Li ser tune, hiş kanî?
GERDÛN
Em qet nizanin, wek xapînoke ew, Li çavê merivan dilbane gerdûn. Heye li devê wî bê jimar derew, Bo gel mûcîzane, yasane gerdûn.
Ema wer dizanin ew wek horîye, Fehm nakin bo me çi qest kirîye. Lê çiman Kurdîstan kerî-kerîye? Bona Kurd li dîrok tadane gerdûn.
Li her der tajane, qirulêdane, Nebîrane, jane, li gel dadane. Li warên akradan neyar xudane, Şamîlim, bona min nîrane gerdûn.
ÎRO
Evîxan nas dikin raste navê wî, Gelê Kurd li dîrok derane îro. Vedibe, bi perde nema çavê wî, Dijminên Kurdîstan gorane îro.
Niştîman dewlemend, milet xizane, Jîyîn ji bona Kurd duzane, jane. Dizanin heval kî, neyar kîjane, Law û keçên welat ferzane îro.
Rîya gel azadî dîyar kir zane, Rîyên, ku berwarî berjor kir zane. Merxasên warên me şîyar kir zane, Keç-kurên Kurdistan cengvane îro.
ÇARÎN
NÎRANE Dîrok veşartine, gel bûye nezan, Em mîna nêçîrin, neyar nêçîrvan. Li xaka mêrxasan agir dibare, Bo Kurdan nîştiman nîrane, niran!
DİLÊ ME
Li çîyan girane barê dilê me,
Îro xapûr bûye warê dilê me.
Her çiqas gol, behr li gerdûn heye
Nikare pêt bike arê dilê me.
TADANE Li serê Kurdistan agir seywane, Li waran Akradan her roj tojane. Gundan wêran dikin, bûne gurê har, Va çi nebîrane, va çi tadane?
EVÎXANE Çîyayên Kurdîstan gelek dilbane, Merivên çîyên me pir dilovane. Dîrok pak dizane law û keçên Kurd, Him xendan, him cengvan, him evîxane.
SECCANE Dîsa li Kurdistan qir û lêdane, Li warê, bo Kurdan tat, kevir lane. Ez çawa binvîsim vî derdên giran, Warên bavan bo gel mîna seccane.
EZ Hergê gel dilşaye, bexudarim ez, Herge gel ne şaye, birîndarim ez. Malê min şewtîye, dîsa dil û can, Bo gelê Kurd her çax deyîndarim ez.
CEBBARE Çîyayê Delîdax pir berzeware, Çiman ji derdê gel pir-pir diljare? Ketîye ew dîyar bi destê dijmin, Kurno, rabine pê, neyar cebbare!
VA PÊŞNİHADE Kurdistan pir rinde, bedew nihade, Çîyaye, kanîye, mêrge, kertade. Razan bona mêra mirine, mirin, Kurno! Bi çek rabin va pêşnihade.
GACE Çîyayê Kurdistan mêrge, kirace, Newalênê mezin tijî qirace. Serê xwe hildaye bona azadî, Xwîna şehîdan wî bo Kurdan gace.
BİKE Her çax bona welat tu mezad bike, Heta roja mirin îstidad bike. Kurdistana bedew li bin destane, Ew dîya birîndar tu azad bike.
MAYE Çîyanê Kurdistan bê perdab maye, Xilasê gelê wî bi espab maye. Dijminê devbixwîn mîna gurê har, Her roj tajan dike, gel bê tab maye.
VA Çİ… Gelê me hejare û dest valaye, Navê warê me da helahelaye. Dîyarê me maye di destê dijmin, Va çi nivîsare, va çi lelaye?
BİGER Bona altindarî rêvaçûn biger, Bo şewata neyar tu argûn biger. Sistî li rojê teng nayê bi karê, Bona gel tu bijûn, tu xurtbûn biger.
NEBE Bila te pak naskin, tu hevsûd nebe, Bi rast alê bigir, tu hesûd nabe. Bona gel, bona war canfida bibe, Li rojê serxwebûn tu meşhûd nebe.
SOSRETE Daxwaza min bo miletan sîyanete, Bo bindestan azabûyîn zelîqete. Dengek ziz dîrok dibê: Kurd mêrxase, Kole mayîn bo Kurdistanê sosrete.
Têbînî: Spasiyek bo kekê Hejarê Şamil ku alîkariya da me