Gotûbêj:Şiyana karebayî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Şiyana karevayî hat beralîkirin)

Power - Şiyan[çavkaniyê biguhêre]

Rûpela "Power"ê bi kurdî (berê Xurtanî) wek "Şiyan" hatibû guhertin. Ez dibêjim bila ev rûpel jî li gor heman rêzê bê sererastkirin. Lewra wek hatibû gotin "hêz" wateya "force"ê dide, li vir şaş e. "Electric force" jî heye lê ew tiştek din e, qasî min jê fêm kir ya li vir tê pênasîn "electric power" e. Pêşniyaza min ji bo sernivîsa vê rûpelê "Şiyana karevayî" ye. @Şêr, MikaelF, û Ghybu: Pispor (gotûbêj) 00:26, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Bi ya min baş e; heke çavkanî hebe, bila şiyana karevayî be. Silav --MikaelF (gotûbêj) 07:37, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Silav MikaelF bawer nakim rasterast çavkaniyek hebe bo "şiyana karevayî"yê. Lê jixwe di vê çarçoveya me saz kiriye de "hêza elektrîkê" şaş e. Lewra me gotibû "hêz" berdêla "force"ê ye. Mijara gotarê "electric power" e (bnr. di gotarê de dibêje Hêza karevayê bi watan dihêt pîvan.). Wat pîvana "electric power"ê ye (herwiha jixwe bi giştî ya "power(şiyan)"ê ye.) Îja navê "şiyana karevayî" em dikarin bidin ber mînakên din jî, têgeha "karevayî" ji berê de li kar e bnr. Barê karevayî. Jixwe "şiyan" jî li vir diyar e: Şiyan. Loma bi min Şiyana karevayî guncan e. —Pispor (gotûbêj) 16:35, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Hêza elektrîkê = F (en:Coulomb's law) @Pispor: Li vira ([1]) peyva "zor" hatiye bikaranîn. Li vira jî (FERHENGA ZARAVÊN TEKNÎKÎ: Ferhenga Kurdî-Tirkî-Îngilîzî ya Teknîkî, r. 115): "şiyan" / "tiwan" ... Va jî heye (Hasan Güneyli, Fizîk-1) / Herwiha: Komxebata Zaravên Teknîkî --Ghybu (gotûbêj) 17:49, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Silav Ghybu, spas ji bo çavkaniyan. Rastiyê bixwazî "zor" qet nakeve serê min ji bo "power"ê. Min ji bilî wê malperê li derekî dinê jî nebihîstiye. Herî zêde "şiyan" dikeve serê min. Ew di çend çavkaniyan de wek berdêla "power"ê derbas dibe. Yek ji wan jî endezyar.org e. Wek min berê jî gotibû hemû têgehên wan xwedî çavkanî ne û jixwe li jora rûpelê jî dibêje çi peyv ji kîjan çavkaniyê ye. Mesela "Şiyan:Tiwana:Power" di Ferhenga Zaravên Teknîkî de derbas dibe. Lê wan jî çend çaran tevlîhevî kirine û "hêz"ê jî li derinan xistine şûna "power"ê. Ez dibêm em bixwe êdî pêşî li dubarekirinê bigrin. Bila di kurmanciyê de tenê û tenê "Şiyan" berdêla "power/güç"ê be, di zanist û fizîkê de helbet. Û tenê "hêz" berdêla "force"ê be. Îja heke me di cudakirina Şiyan(Power) û Hêz(Force)ê de li hev kir em dikarin "electric force" û "electric power"ê jî cuda bikin. Ya di vê gotarê de hatiye behskirin "electric power" e, ne "electric force" e. Wek ew lînka ku te parve kiriye ya wîkiya inglîzî, heke mijar ew bûya me dikarîbû wek "hêza elektrîkê" bihişta lê nabe. Electric force-hêza karevayî, ew hêza ku qada karevayî li ser barên karevayî pêk tîne ye. Electric power-Şiyana karevayî, jî pîvana bê ka di demê de çiqas wizeya karevayî tê veguhastin e. —Pispor (gotûbêj) 18:10, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
@Pispor: Min niha dît Bişirîn, we li vira navê gotarê kirye "şiyan": navên gotarên din li gorê vê peyvê binivîsin...
Nav guherandin: 1) Li ser rûpelê (Hêza elektrîkê) here ser "Bêhtir" 2) "Nav biguherîne"
--Ghybu (gotûbêj) 18:34, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Baş e @Ghybu:, min çêkir Bişirîn. Navên gotarên din jî heke min dît ez ê bi vî rengî biguherînim. —Pispor (gotûbêj) 20:40, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Silav Pispor Gelo tu dikarî li ser Hêza karevayî (Electric force) gotarekê çêkî ji kerema xwe re :) Bi silav û rêz bo te. --MikaelF (gotûbêj) 21:19, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Belê @MikaelF:, niyeta min heye wê gotarê jî çêkim. Kengî derfet bû ez wê jî çêdikim. Spas bo pêşniyazê :) Silav û Rêz —Pispor (gotûbêj) 21:29, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Têgihiştin[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalino, @Ghybu, MikaelF, Bikarhêner, Mohajeer, Jiju, û Cyrus the virus:. Gelo ez tenê zêde tiştekî ji nivîsa gotarê fêm nakim. Biborin helbet kêmasiya min e ku hemû devokên kurmanciyê baş nas nakim û dibe ku têra xwe peyvên teknîkî bi kurdî nizanibim. Lê min hîn jî hevokan baş ji hev dernexistiye. Heke ji bo we jî wisa tê, bi ya min sererastkirinek belkî jî ji nû ve nivîsandin divê. Ji kerema xwe ramanên xwe bibêjin. —Pispor (gotûbêj) 21:27, 27 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]

Gotar têra xwe tije têgeh e, lê divê nîşanên devokî jê bê paqijkirin - qeîdeyên weqfa mezopotamya jî tê de. --Jiju (gotûbêj) 10:19, 28 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]
Bi ya min divê em qe nebe pênaseyê biguherînin ji ber ku ne zêde fêmbar e. Pêşniyaza min bo pênaseya "şiyana karevayî"; pîvana wizeya karevayî ku pergalek dikare serê yekedemê veguhezîne. Binêrin pênaseya "şiyan"a giştî jî "pîvana wizeya veguhastî" ye. Di pênaseya min de "serê yekedemê" berdêla îfadeya "per unit time" ya inglîzî ye (unit timeen = birim zamantr = yekedemku). Ji xwe ev "pîvan"a veguhastinê jî "per unit time" ango "serê yekedemê" ye. Heke hûn jî bêjin erê, ez ê gotarê biguherînim.
Çend çavkanî ji bo pênaseya "şiyana karevayî":
Power is the rate at which electrical energy is supplied to a circuit or consumed by a load. [2]
Power is the measurement of energy transfer over time... [3]
Elektrikli cihazların birim zamanda harcadığı enerji miktarı olarak da bilinir. tr: Güç (elektrik)Pispor (gotûbêj) 19:49, 28 îlon 2019 (UTC)[bersiv bide]