Gotûbêj:Agirkujî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Min ji bo peyva “itfaiye” agirkuj û ji bo peyva “itfaiyeci” agirkujer bi kar anî. Lê ev peyvana rastin an na, ez nizanim. Yê ku rastîyên van dizane bira ji kerema xwera li vir binivîse. Spas û rez. --Rasti 17:16, 4 rêbendan 2011 (UTC)

Silav.. bi ya min agirkuj ya rast e, ne agirkujer. Kujer heye, anku kuj- + parkîta -er (weke parêzer, firoşer, akademîker û hwd...), lê peyva agirkuj ji navdêra agir + parkîta -kuj pêk tê, mîna birakuj, êşkuj, mêrkuj, mêşkuj û hwd). Ez bizanim, parkîta -kujer tune ye. Agirkujî karê agirkujan e, tiştên di warê agirkujiyê de agirkujîtî ye... ez ne pisporê agirkujîtiyê me, lê ez bawer im wisa ye... êvarbaş û qewet be --MikaelF 18:27, 5 rêbendan 2011 (UTC)
Dîsa silav. Ji kesên agirkujan re jî dibêjinê agirvemêr û agirtemêr. --MikaelF 13:15, 6 rêbendan 2011 (UTC)