Gotûbêj:Endezyarî

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Endezyar an "Endazyar"? Bi ya min a duyemîn rastir e. Ji kerema xwe gotara xwe hinek jî sazbike. Serkeftin. --Bablekan 13:41, 31 gulan 2007 (UTC)[bersiv bide]

Temam we bersiv neda, bû. Lê hûn li her derê bardikin ku www.endezyar.org hatiye vekirin. Kekê min hûn di nava gotarên Wîkîpediyayê de çawa dikarin xwe bicih bikin û wekî navnîşana malperê gotarekê me nîşan bidin? Hûn dikarin bersiva vê pirsa min jî nedin. Lê ji bîr nekin pirs jî wekî dilopan e, rojekê tê pêdivî bi herikînê divên. --Bablekan 20:35, 7 gulan 2008 (UTC)[bersiv bide]


Birêz Bablekan

Jibo pirsa te ya yekemîn ez dikarim bêjim ku peyva yekemîn(endezyar) rastir e. Hû dikarin li ferhena Enstîtuya kurdî ya stembolê ku bi destê Zana Farqînî hatîye nivsandin jî binêrin. Di gelekî ferhengên cûda da jî endezyar di wateya engineerde tê bikaranîn. Lê bi rastî ez çend car leqay peyva andazyar jî hatime.

Ji bo ya dûyemîn: Belkî min pirsa te baş fem nekiribe jî, ku wûsa be kêmasîya min e. Hêvî dikim tê vê kêmasîya min şanî min bidî. Tû dibêy ku me navnîşana malperê di malpera wikipedia da nîşan daye. Raste, me wûsa kirîye lê em nizanin ka xeletî di kudera wêda heye. Yanî qey meriv nikare di wikipedia'da li ser navê malpera binivsîne. Me tu tişkî vir nenivsandîye, di destê me de çi hebe me wî nivsandîye. Birêz Bablekan ji kerema xwera tûjî vê pirsa min bersiv bike. Ez li benda te me.

Silav û Rêz.

00:12, 27 gulan 2008


Norm û prînsîbên Wîkîpediyayê kivşe ne. Heger hêsankirinek hebe jî ya baş Erdal Ronahî dizane. Lê ez fêhm nakim çima hûn wisa dikin.. Malper li gelek cihan bêdirav tên destûrdayîn û çêkirin. Niha ez bixwazim bi dehan malperan bêî pere dikarim vebikim. Çima di nava baskên Wîkî de? Vaye bersiva we jî didim :) Lê ez ê ji Erdal, Luqman wan jî bipirsim. Lewra ew birêveber in. Silav û rêz. --Bablekan 09:27, 30 gulan 2008 (UTC)[bersiv bide]

Tiştê ku di Wiki de bê nîvîsandin ne malê kesî ye, ê herkesî ye - bi taybetî yê gelê kurd e - û kesek nikarê bikê mijara bazirganiyê. Em hemû ji bo pêşxistina kurdiyê ked didin, ne jibo berjewendiyên şexsî. Hevalên Endazyar jî divê vî tiştî bikin û bi gotarên xwe xizmeta zimanê kurdî bikin....Ez bawerim armanca wan jî jixwe eve. Serkeftin --Kurdodino 11:09, 30 gulan 2008 (UTC)[bersiv bide]

Tû armancên me yê ku xêyrî pêşxistina zimanê kurdî nîne. Em dixwezin ku hû zanibin, endezyar.org, wikipedia kurdî û malperên mîna vana hemû jî xizmeta ziman dikin. Pêre jî çavkanîyan jî çêdikin ji bo lêkolînerên kurd re. Kemasîyeke me heme ji kerema xwere bime bidin femkirin. Emê xeletîyên xwe rast bikin. Tiştê ku em di endezyar.org de dinivsînin, peyda em wan tomarî wikipedia kudî jî dikin. Ji hefteyekî vêda jî me dest bi çêkirina ferhenga teknîkî (Kurdî-Tirkî-îngilîzî) jî kirîye. Armanca me tenê pêşxistina ziman û çêkirina ansîklopediyêke teknîkî ji bo endezyaran. Serkeftin --Endezyar 16:00, 31 gulan 2008 (UTC)[bersiv bide]
Temam hat fêhmkirin, Erdal jî gotiye dibe. Helbet armancên hûn behsa wê dikin a me hemiyan e. Gelek caran tiştinên xerîb bûne, ez jî ketim şikên din, biborin. Wîkîpediya Kurdî di xizmeta Kurdan de ye lê ji bo sibeyê dusibeyê em mecbûr in ala prînsîbên xwe û cidiyeta vira jî bilind bigirin.. Ew jî peywirdariya me hemiyan e. Serkeftin ji we re.. --Bablekan 20:31, 31 gulan 2008 (UTC)[bersiv bide]