Gotûbêj:Giravên Kenariyê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Êvar baş hevalno @MikaelF , @Balyozxane , @Bikarhêner , @Ferrus , @Penaber49 @KelêÛxelfetî , @Biyolojiyabikurdi Bi dîtina min çêtir e ku sernavê gotarê Giravên Qenariyê bibê Giravên Kenariyê . Avestaboy (gotûbêj) 20:15, 9 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]

@MikaelF , @Balyozxane , @Bikarhêner , @Ferrus , @Penaber49 @KelêÛxelfetî , @Biyolojiyabikurdi ?

@Avestaboy: Merheba. Ev meqale bi îngilîzî wekî "bi inglîzî: Canary Islands" derbas dibe. Bi min wekî "Giravên Kanariyê" rasttir e. Ji xeynî van di Ferhenga Rastnivîsînê ya Komxebata Kurmanciyê de jî gelek peyvên ku hin kes bi herfa "q"yê dinivîsin, bi herfa "k"yê hatine nivîsîn. Lê yên ku bi îngilîzî an zimanê xwe yê eslî wek "q" hatibin nivîsîn (an tên zanîn) jî bi herfa "q"yê hatine qeydkirin, yanî awayê standard ya van peyvan forma bi herfa "q"yê hatiye nîşandayîn. Wekî nimûne, "Kanada", lê ne "Qanada"; "Kuweyt", lê ne "Quweyt"; "Amerîka", lê ne "Amerîqa" û gelekên din (bnr. rûpel 77-80 û ji bo "q"yên ku hatine "k"kirin jî binêre rûpel 80). Qewet be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:20, 11 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner Bi qasî ku ez dizanim, piraniya peyvên ku bi tîpa Q tên nivîsandin bi piranî ji zimanê erebî ne yan jî bi riya wê zimanê (erebî ) ketine nav zimanê kurdî. Lêbelê navê giravan ji zimanekî ewropî tê. Avestaboy (gotûbêj) 22:37, 11 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Avestaboy: Nizanim ku eslê peyvên bi "q"yê dest pê dikin ji ku hatine, lê belê wekî min li jor jî got, divê her "q" neyê "k"kirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 00:41, 12 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]