Gotûbêj:Komara Agiriyê

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

sirûda komara agiriyê

AGIRî Agirî, agirî tu agir bûyî Li nav te serbilind bûyî Li ser Kurdistan çira buyî...!

Agir dirêjand çar çaran Ronahî direşand her deran Erd dihejand car caran Hilbe agirî , hilbe agirî...!

Newalên te tijî xwîn bûn xelxelên te tijî cendek bûn Raste berê tu agir buyî Îro agir law ên te bûn ...!

Şerq û xerb bask vergirtîye ser sîngê xwe lav girtîye Kurdan ra tu kabe bûyî hilbe agirî, hilbe agirî ...!

Îro dîsa hêrsa te hat Ev agiran bûne xalat Kombûn êdî ser te civat Hilbe agirî, hilbe agirî ...!

Hilbe agirî hilbe agirî Jî sewa te tirk digirî Te dît çawa romî revî Hilbe agirî, hilbe agirî.

ala û nîşana komarê[çavkaniyê biguhêre]

@Kurmance Enedolî: Gelo çavkaniyên ala û nîşana komarê kîjan in? Tu dikarî ji kerema xwe bi me re parve bikî?—Gomadapeyam 22:25, 6 rêbendan 2016 (UTC)

[çavkaniyê biguhêre]

Silav @Gomada:.
Min ala û nîşanaAraratê ser kovareke ( kaxiz, belge ) de dîhû. Nîşana ke min çêkir tam mîna nîşana ser belgê newî jî mi dîsa jî hindik mindik eynî çêkir. Ser Kaxizê de Ala û Nîşana Araratê hewû û bin al û nîşanê yanê sernava belgê bi frensî;
LIGUE NATIONALE KURDE
HOYBOUN
lêkirî bû.

Kurmance Enedolî 22:41, 8 rêbendan 2016 (UTC)

Li vir ([1])--Ghybu (gotûbêj) 23:19, 8 rêbendan 2016 (UTC)

Alaya Komara Agiriyê[çavkaniyê biguhêre]

Alaya Komara Agiriyê ku di 1927 de hate afirandin[1][2][3][4] ;Çavkanî
  1. ^ "کۆماری ئارارات، ئاوڕدانەوەیەک لە مێژوو". chawykurd.com. Roja gihiştinê 1 sibat 2021.
  2. ^ "Republics of Ararat". www.ekurds.com. Roja gihiştinê 1 sibat 2021.
  3. ^ "Kurdistan: Short-lived independent states". www.crwflags.com. Roja gihiştinê 1 sibat 2021.
  4. ^ "Curdi repubbliche". www.rbvex.it. Roja gihiştinê 1 sibat 2021.

@ShewanKara, Mohajeer, û MikaelF: Çavkaniyên ku hatine dayîn ne baş in ji ber ku bi dîroknasan ne hatine nivîsandin: çavkanî tenê malper in. Mînak, http://www.rbvex.it bi Roberto Breschi hatiye nivîsandin, ew kî ye? Dîroknas e? bnr. en:Wikipedia:Reliable sources

Bi min alayekê çêkiriye.--Ghybu (gotûbêj) 15:16, 1 sibat 2021 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu: Çêkirî xuya ye, bes bila bimîne heta ku em agahiyên zêdetir peyda dikin. Mohajeer (gotûbêj) 08:49, 7 sibat 2021 (UTC)[bersiv bide]

Bikarhînana ala û sêmbolan bi bê piştrastkirin[çavkaniyê biguhêre]

Ez dizanim ew alaye saxteye, eger tu ew alaye bikarbihînî yanî tu dîroka Kurd pir derew dikî.

Ew ala û sêmbole li ser pertûk û qaxezan li ku derê hene? çi zanyariyên hene li ser bûna ew alaye? Ez bes dixwazim yek kes tiştek wek belge bida ku bûna wê ala piştrast bikatin.

Şermezariye ku hûn xwe bi Wiki Editorî Kurd hisêb dikin, tu bi bikar hînana ala û sêmbolên xeyalî fictional û paşguh kirina rastiyên dîroka me êriş û têkdan dikin ne piştgirî û pêşkêşkirina agahî, ewe nişaneye ku hûn lêkolîn nakin.

Ez hendek lêkolîn kirim ji bo ala yi rastî û ew tiştanem bînî:

https://kurdistanica.com/289/flag-of-kurdistan/#jp-carousel-8734

https://kurdistanica.com/289/flag-of-kurdistan/#jp-carousel-8725

https://ararat-welat.blogspot.com/2013/03/hoybun-cemiyetinin-ilk-yayn-kurtce-ve.html

BTW, bibore ez Soranîm ne Kirmanc. KurdîSerbexo (gotûbêj) 20:40, 5 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]