Gotûbêj:Kop

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Kop yek ji navçeyên Mûşê ye. Gorî hejmartinên herî dawî, hejmara navendê 41.000, bi giştî 139.000 e. Şik heye ku nifûs zêdetir be. Lewra li herêmê gelek kes di nifûsê de netomarkirî ne. Ev realîte li hemî Bakurên Kurdistanê heye. Şik heye ku dûgela Tirk dixwaze hejmara Kurdan kêm nîşan bide. Bawerî bi statîstîkên dûgela Tirk nabe. Di sala 1927´î de bûye navçe. Aborî bi pirranî li ser çandiniyê ye. Genim, ceh, nîsk, silq hwd. Dîsa xwedîkirina sewalan jî heye. Kop li ser riya Mûş - Agiriyê dikeve. 107km li dûrî Mûşê ye. Firehiya erdê navçeyê 1.706km û bilidahî ji rûyê avê 1.480m ye. Li rojhilatê Milazgir, li rojava Gimgim, li bakur Erzerom û Xinûs û li başûr jî Xelat a Bedlîsê, Têlî hene. Di navbera Kop û Milazgirê de 25km heye. Bi zivistanan berfî û sar, bi havînan germ û ziha ye.

Dîroka Kopê jî wekî ya herêmê pirr kevn e. Li herêmê Medan, Hûrriyan, Ûrartûyan, Bîzansiyan, Osmaniyan, Ûrisan hwd desthilatî kirine. Herêm jî wekî hemî deverên Kurdistanê heya Şerê Dinyayê ya Yekemîn herdem di bin hukmê mîrîtiyên Kurdan de bûye. Piştî parçekirina Kurdistanê û şikestina serhildanên Kurdan rewş bo Kurdan xirab bûye. Gorî hin îdîayan navê herêmê di dema Ûrartûyan de Horhorîkî bûye. Beriya Terteleya Filehan gelek Fileh jî hebûne li herêmê. Gundên ku Fileh lê jiyane ji navên wan tê derxistin. Kurd û Fileh bi biratî bi hev re li herêmê jiyane. Di serhiladana Agiriyê, dagirkirina Ûrisan hwd de gelek car Kurdên Qers, Erdêxan û Erzeromê koçberkirine rojava û başûrê Bakurê Kurdistanê. Herwekî hatina Kopê jî.