Gotûbêj:Kurdikî (eşîr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Malbatin wan li Qosera Mêrdîn û Weranşerê jî dijîn.

Ev jî nivîsek li ser wan e.

http://www.nukurd.com/es%C3%AEreke-%C3%AAz%C3%AEdiyan-ku-b%C3%BBye-bingeha-nav%C3%AA-netewa-kurd-makale,497.html

==Eşîreke êzîdiyan ku bûye bingeha navê netewa kurd== (nivîsek li ser vê eşîrê)

21 Gulan 2012, 22:46:50:

Marîna Siyabend marinesiyabend@hotmail.com

Civaka Êzdî ji berê ber de hebûneke girtî û nenaskirî hatiye hesibandin, kîjan jî taybetmendî û jiyana xwe ya hundirîn ji çavên biyanîyan parastiye. Dibe ku ev bûye sedem ku di demên dawî de şopandin û lêkolînên li ser ola Êzdayetiyê gelek zêde bûne. Bi taybetî êzdiyên Kafkasyayê bala gelek zanyar û lêkolînerên biyanî dikişînin. Di nav gelek çavkaniyên dîrokî ên Kurdî, Ermenî, Asûrî û Farisî de behsa eşîretên êzdiyan te kirin. Bêguman, li ser êzdiyan lêkolînên kûr û berfireh dikarin gelek rûpelên dîroka Rojhilata Navîn ronî bikin. Lê her car li ser êzdiyan disekinin ji hêla dîn ve û jiyana wan a civakî, ya ku ne kêm balkêş e, di tariyê de dimîne. Dema jiyana wan a civakî dişopînî, dibînî ku di vî warî de jî kevneperestin.

Ji aliyê gelek zanyarên mezin ve wek pêşîyên kurdan mar, mad, horî, her wisa kûrtî (kûtî) tên diyarkirin. Weke nimûne gelek dane û çavkaniyên dîrokî diyar dikin. Ji wan gelek jî xeyalî û ji dûrî rastiyê dixûyin. Lêkolînên li ser eşîrên êzdiyên Ermenîstanê: yên weke Bûtkî, Dasinî, Qazanî, Şemsikî, Kurtikî û yên din, dikarin bersivên gelek pirs û xeyalên zanistî zelal bikin. Berî demekê li Êrîvanê di rojnameya Zagrosê de li ser eşîra Kurtikan bi ermenî gotareke gelek balkêş hate weşandin. Nivîseke nîvzanistî û nîvrojnamevanî ya ku behsa eşîreke êzdiyan a ji ber çerxa feleka kurdan filitî dike. Gotar ji aliyê helbestvan, serwêrê para nivîskarên kurd a Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê- Elîxanê Memê ve hatiye amadekirin.

Min xwest vê nivîsa balkêş bi xwendevanên kurd re jî bidim nasandin û li ser gotarê bi Memê re axivîm. Weku ew dibêje: bi nenasîna vê eşîretê dîroka gelê kurd û bi giştî dîroka Mezopotamyayê zirareke mezin wê bibîne. ‘‘Dema min jiyana êzdiyan a civakî dişopand, dît ku gelek navên eşîrên wan di dîrokê de rastî me tên: dasinî, şemsikî, qazanî, utî, her weha kutî an kurtkî. Navê eşîra Kurtikan min bir serdema berî zayînê, sedsala 22’an, dema di navbera behra Wanê û behra Urmiyê de dewleta kurtikan a bi navê Kurtînarya an Gordînya hebûye. ‘‘Gordînya’’ bêtir di nav çavkaniyên biyanî de tê diyarkirin. Nifûsa vî dewletî bandoreke xurt li ser bûyer û qewimandinên wê serdemê li Rojhilata Navîn hiştine. Kurtikî çûne hewara şûmeran û wan ji desthilatdariya akkadiyan xelas kirine, lê bixwe dest danenîne li ser wan û axa wan. Dîrok weha behsa wan dike, bi taybetî di çavkaniyên şûmerî, akkadî û babelonî de.

Şiroveya navê Kurtikî (bi k’ê nerm) jî ne zehmet e: herfên ‘‘k-k’’ (k’ê nerm û hişk) û ‘‘d-t’’ hatine veguhertin. Dûmahîya ‘‘kî’’ jî di zimanên farisî de cih (dever) nîşan dide. Bi dîtina van veguhertinan eşkere dibe ku peyva ‘‘Kurd’’ navê neteweke 40 mîlyonî ji navê eşîreteke êzdiyan- Kurtikan tê. Lêkolînerên rûs Vîlçevskî û Mînorskî li ser wê dîtinê ne, ku pêşîyên kurdan eşîretên kordûx û kurtîyan in û li ser erdnîgariya ji Kurdistanê heta behra Qezwînî jiyane. Di nav çavkaniyên ermenî de li ser vê mijarê nakokî gelekin. Li pêşa çiyayê Zagrosê tevî mardan kurtkî jî mane. Bi navê wan ev dever Korcek an Kortîc-ayk hatiye binavkirin. Di dîroka ermeniyan de jî B.Z. Korcayk yek ji 15 herêmên Medz Hayk ê (Ermenîstana mezin) tê naskirin...’’

Niha ev eşîret hebûna xwe li ku berdewam dike? Hûn kesên ji kurtikan nas dikin an na? Belê, nas dikim. Kurtikî li Kafkasyayê ne tenê li Ermenîstanê, her wisa li Gurcîstanê jî hene. Lê ji ber pirsgirêkên siyasî û aborî gelek derbasî Rûsya, Ûkranya û dewletên ewrûpî bûne. Kurtikî ji Serhedê di destpêka sedsala 20’î de derbasî Kafkasyayê bûne. Bi taybetî rencberî û xwedîkirina hespan ve mijûl bûne. Li Ermenîstanê kurtikî li deverên Êrîvanê, Armavîrê, Kotaykê û Aragatsotnê hene. Min malbata Dewrêşê Hecî baş nas kiriye. Dewrêş di sala 1878’an de li gundekî Berkirê ya nêzîkî Wanê hatiye dinyayê. Qal dikir ku pêşîyên wan li Basrayê jiyane, paşê koç kirine aliyê Şengalê, piştre çûne Wanê, di sala 1914’an de jî reviyane Ermenîstanê. Yek ji siwarên Cangîr axa bûye. Beşdarî şerê cîhanî ya dûyemîn jî bûye. Kurxalê min (eşîra belî) û birayê minî biçûk (eşîra qazanî) zavayên wê malbatê bûn. Ev nimûneyên zewacên naveşîrî bûn. Çûn û hatina min bi wan re gelek bû. Apê Dewrêş gelek behsa eşîra xwe dikir, serpêhatiyên wan ji me re digot. Digot ku eşîra wan de şervanên zor hebûne, hertim di nav pevçûnan de bûne. Bi gotina wî: eşîra kurtikan di nav pêlên dîrokê de gelek liber xwe daye û bi zorekê ji helandin û desthilatdariya eşîr û miletên din xilas bûye. Kurtikên Ermenîstanê bi bîranînên xwe gelek dûr naçin: heta reva ji Roma Reş. Weku ew dibêjin: eşîra wan wendahîyên herî mezin wê demê dîtiye, çiqas ku dînê xwe bi zora şûr guhertine, çiqas jî hatine qetilkirin. Yên ku xelas bûne jî, berê xwe dane Ermenîstana Rojhilatê.

Dewrêşê Hecî dema dibîne ku eşîra wî êdî di ewlehiyê de ye, dizewice. 14 zarokên wî çê dibin: 8 qîz û 6 kur. Kurê wî Semendê Dewrêş bi Êtêrî ya kurtikî re zewiciye. Ev jî nimûneyeke zewaca eşîrî ye. 3 zarokên wan hene. Tişta herî balkêş li gel hemû nûnerên vê eşîretê bîra binehişî ye: çiqas jî hindik mane û li tevahiya dinyayê belav bûne, dîsa jî dîroka xwe jibîr nakin.


Gelek eşîrên êzdiyan hene. Her eşîrek jî ji aliyê xwe ve li ser gelek berekan belav dibe. Êzdiyên me dema hevdu dibînin, paşî pirsîna nav, navê eşîra hev pirs dikin. Yanî ji bo naskirina hevdu zanîna eşîran gelek girîng e. Her eşîrek taybetiyên wê hene. Li ser eşîretên din çi dikarin bêjin? Derbarên wan de lêkolînên we hene? Di demeke nêz de lêkolînên li ser eşîretên mendikiyan, şemsikiyan û qazaniyan digihînim dawiyê. Her eşîrek koka gelê kurd temam dike û hêz dide ku çiqilên dara Kurdî di pêşerojê de belav bibin. Berî demekê nivîsa min li ser bereka mexsûdiyan hate weşandin. Mexsûdî li gundên dora Êrîvanê dimînin û bi alan (os) û honan (got) re di nav çavkaniyên ermenî de tên diyarkirin.

Eşîra qazaniyan li pêşa xeleqa çiyayê Zagrosê jiyane. Navê çiyayê Zagrosê ya yekem jî di dîrokê de Qazan te zanîn. Qazanî di nav mişûrên êzdiyan de jî weke eşîreke bi dînê xwe qedîm tê diyarkirin. Nivîsên li ser vê eşîrê ezê di demên pêş de pêşkêş bikim. Hûn helbestvan in. Ma çi bû mane ku hûn dest bi lêkolînên dîrokî bikin? Armanca van xebatan çi ye?

Ez li gundekî ermeniyan mezin bûme. Min di mekteb û zanîngeha ermeniyan de xwendiye. Salên dirêj di çapemeniya ermenî de kar kiriye û tucar nefikirîme ku rojekê ezê xebatên zanistî bikim. Dema min Herodotos dixwend, kîjan bêtir behsa mîdyayan dike, nizanibû ku ew pêşîyên min in. Her wisa: xwendina Ksenofon û Strabon jî. Ji bilî vê, ermenî jî: em bi sedsalan bi hev re dijîn, lê ew jî me û koka me baş nas nakin. Ew kesên ku îro xwe ‘‘dîrokzan’’ binav dikin, ew jî dest nadin serdemên kevnar. Bi baş zanîna dîrokê min ji nû ve pelên dîrokê vekir û bi çaveke din lê nihêrî. Hêdî hêdî dîroka gelê kurd a rastirîn hate ber çavê min. Em neteweke kevnarin bi dewlemendiya mîraseke kevnar. Min bi van lêkolînan xwest hem bi xwe koka xwe, dîroka xwe û miletê xwe nas bikim, hem jî li derûdorên nezan bidim nasandin.

Ez gelek bi bawer im ku şopandin û nasandina eşîrên êzdiyan wê bikaribin rûpelên spî ên dîroka kurdî tije bikin.

Hevpeyvîn: Marîna Siyabend - nukurd.com