Gotûbêj:Vaksîn

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gotûbêj:Kutan hat beralîkirin)

Kutan ne vaksîn e, tê wateya vaksînlêdanê (vaccination). Serçiya (gotûbêj) 20:47, 15 kanûna paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Biyolojiyabikurdi: Silav mamoste, gelo navê gotarê bi Perpûn bê guhertin êdî baş nîne? Penaber49 (gotûbêj) 21:22, 15 kanûna paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

@Penaber49: silav;

Ji bo peyva “vaccine” kutan, vaksîn pêkute an jî pêkutan tê bikaranin. Li ser wîkîpediya ya soranî gotarek derbarê vê mijarê de heye li vê gotarê de peyvên vaksîn û kutan bi heman wateyê tên bikaranin[1]

Di van videoyên youtubeê jî ji bo “vaccine” bi gelemperî peyva kutan an jî vaksîn tê bikaranin.

https://www.youtube.com/watch?v=bFvKaJjMvDs

https://www.youtube.com/watch?v=blldTGLBOFU

https://www.youtube.com/watch?v=tTqhbxeiFUw

https://www.youtube.com/watch?v=4beT1qjNf-c

https://www.youtube.com/watch?v=hSQMgQubLVc

https://www.youtube.com/watch?v=OzqtqcSfoWc

Peyva perpûn di ferhengan de heye lê di jiyana rojane de min qet nebihistiye û tu çavkaniyên zanistî de nedîtiye. Dibe ko peyva perpûn ji bo lûlkirina riwekan be. Heke peyva kutan ne li gor dilê we ye em dikarin navê gotarê wekî vaksîn biguherînin.

Silav @Biyolojiyabikurdi: Spas mamoste jibo bersiva te. Belê rast e di soranî de bi gelemperî wekî kutan tê bikaranîn. Lê di medyayên başur yên kurmancî de min çend caran vaksîn bihîst. Ya din kutan wekî ku tu jî pê dizanî bi taybetî li herêma serhedê dema ku du yan çend kes şer dikin yan ku li kesekî didin, tê wî wateyê. Ez wiha dikirim, ku tu jî baş bibînî em navê gotarê wekî Vaksîn biguherînin. Penaber49 (gotûbêj) 06:20, 16 kanûna paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Penaber49: û @Biyolojiyabikurdi:, spas bo bersivên we. Li Wikipediya Soranî me navê gotarê kir vaksîn, piranîya xelik û çapemenî niha wisa dibêjin, herdû peyvên "pêkûte" û "kutaw" (kutav) jî hene, lê gelek bikaranîna wan tune. Kutan di Soranî de hertim bi wateya "vaccination" tê bikaranîn, ne bi wateya "vaccine"ê. Ez baştir dibînim ku navê gotarê bibe vaksîn. Serçiya (gotûbêj) 12:41, 16 kanûna paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]
Em dikarin peyva "Kutan" ji bo gotara "Vaccination" an jî "Inoculation" bikar bînin. Serçiya (gotûbêj) 12:44, 16 kanûna paşîn 2022 (UTC)[bersiv bide]