Vaksîn

Vaksîn an jî kutav (bi înglîzî: vaccine) şileyên taybet in bo xurtkirina bergiriya laş li dij hokarên nexweşiyê.
Di laşê mirov de bi du rêyan bergiriya destketî ya çalak peyda dibe. Rêya yekem nexweşketin, a duyem jî kutan (vaksînbûn) e. Gava mirov cara pêşîn rastê nexweşiyêkî were, an hokara nexweşiyê têkdişikîne û sax dibe, an jî dibe ko hokara nexweşiyê laşê mirov dagir bike û bibe sedema mirina mirov. Heke hokara nexweşîyê piçek lawaz be, saxbûn jî hê hêsantir dibe. Dema mirov ji nexweşiyekê sax dibe di laşê mirov de derheqê wî nexweşiyê de hin agahî dimînin. Heke heman hokara nexweşiyê cara duyem tûşê laş bibe, îcar laş hê zûtir û hêsantir xwe ji nexweşiyê diparêze. Anko, cara pêşîn hokara nexweşiyê ya lawaz tûşê mirov bibe, mirov zû baş dibe û bergirî ava dike, lê hokara nexweşiyê bihêz be, dibe ko saxbûna mirov jî dijwar be. Gelo derfet heye ko mirov cara pêşîn tûşê hokara nexweşiyê ya lawaz bibe? Bê guman, îro bi vaksînkirinê ev derfet heye.

Di zimanê latînî de ji bo çêlekan navê vacca tê bikaranîn,[1] ji peyva vacca, vaccinus çêbûye. Vaccinus jî wekî "vaccine" (vaksîn) derbasî îngilîzî bû ye. Vaksîn (kutav) cara pêşîn ji çêlekên bi nexweşiya xuriyê ketine, hatiyê bi destxistin û ji bo laşê mirov bi xuriya çêlakan nekeve, wekî madeyek ji bo alîkariya dabînkirina bergiriyê hatiye bikaranîn.[2] Lê îro çavkaniya vaksînê (kutavê) ne tenê ji çêlekên bi nexweşiya xuriyê ye. Li gel parçeyên hokarên nexweşiyê ko li ser wan de dijepeydaker hene, hokarên nexweşiyê yên mirî an jî yên hatine lawazkirî jî wekî vaksîn tên bikaranîn.[3] [2] Hin corên vaksînan jî ji jehra hokarên nexweşiyê (bakterî) tên bidestxistin.[1] Van salên dawî corek vaksînek din jî tê bîkaranîn, ev vaksîn wekî vaksînên ARN-yî tên navkîrîn. Dî vaksînên ARN-yî de kopîyek ARN-ya peyamber a hokarê nexweşîyê cîh dîgîre.Wekî mînak, vaksîna lî dîj nexweşîya COVID-19, vaksînek ARN-yî ye.[4]
Ji bo nexweşiya hîn tûşê laş nebûye, lê di pêşerojê de egera tûşbûna wê heye, kutav tê bikaranîn. Anko bi vaksînlêdane (kutanê), laş bi awayêk kontrolkirî bi hokarên nexweşiyê ve rûbirû dimîne. Ji ber ko hokarên nexweşiyê yên nav vaksînê lawaz in, bergiriya laş li dij wan beravanî ava dike û bi hêsanî ewan hokarên mirî an jî lawazkirî têk dişikîne. Di heman dema beravaniyê de, hin xaneyên bîrker ên xaneyên B û xaneyên T jî tên berhemkirin.[5]Bi vaksînkirinê (bi kutanê), bersîvdana bergiriya yekem a laş çalak dibe. Xaneyên bîrker di nav laş de ji bo egera tûşbûna heman hokara nexweşiyê bo demek dûr û dirêj dijîn. Heke hokara nexweşiyê cara duyem tûşê laş bibe, vê gavê xaneyên bîrker li dij wê, di demek kurt de berevanî ava dikin. Ev beravanî wekî bersîvdana bergiriya duyem bi nav dibe. Anko, vaksîn li dij hokara nexweşiyê ya diyarkirî, bergiriya taybet peyda dike.[6]
Hemû welatên dinyayê, li gor şîreta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hemwelatiyên xwe vaksîn dikin.[7] Mirov bi derzîkirinê (derzî lêdan) kutan dibe (tê vaksînkirin) an jî hin caran vaksîn wekî dilopêk avê di devê mirov de tê dilopkirin. Bi gelemperî vaksînkirin gava dergûş hîn du mehî ye dest pê dike hetanê 10-12 saliya zarokê didome. Dergûş li dij nexweşiyên wekî sorik, binguhk, xurî, zerika B, êşa zirav (tuberkuloz), soreta û hwd tên vaksînkirin. Ji bo xurtkirina bergiriyê dibe ko ji bo her hokara nexweşiyê ne carek, lê çendan car vaksînkirin were dubarekirin.[5] Dibe ko şeva piştî vaksînlêdanê ta were laşê zarok. Lê ev ta ne tayek xeter e, ta nîşana çalakbûna bergiriya laş a li dij vaksînê ye. Mirov ne tenê dema zaroktiyê tê vaksînkirin. Hin caran mirovên têgihîştî jî neçar dibin ko bên vaksînkirin. Wekî mînak, heke kuçik, pisîk an jî ajalek kûvî mirov bîrîndar bike, ji ber egera nexweşiya hariyê (bi înglîzî: rabies ) mirov tê vaksînkirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 https://openstax.org/details/books/microbiology]
- ^ a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
- ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
- ^ Park KS, Sun X, Aikins ME, Moon JJ. Non-viral COVID-19 vaccine delivery systems. Adv Drug Deliv Rev. 2021 Feb;169:137-151. doi: 10.1016/j.addr.2020.12.008. Epub 2020 Dec 17. PMID: 33340620; PMCID: PMC7744276.
- ^ a b OpenStax Biology. 2013. [1]
- ^ Villee, Claude Alvin, et al. (1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
- ^ WHO Global Vaccine Action Plan 2011-2020[2]