Gotûbêj:Lîsteya navên dûgelan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Litûanya an Lîtvanya?

Baş e em ji MikaelF bipirsin. Lewra ew li ser dixebite. Gotina dawî jî ji xwe ya wî ye. Bi ya min;
  • Koka bêjeyê girîng e
  • Bilêvkirina/bikaranîna orjînal bingeh e
  • Bi Latînî çiye
  • Bi Grekî çiye
  • Kîjan bilêvkirin ji Erebî, Romî(Tirkî) dûr e (ev ne fîlozofiya min a şexsî ye, dinyayê wisa kiriye, binêrin dîroka dagikeriyê û dij-dagirkeriyê)
  • Hin caran Kurdên Sovyeta berê jî guhdar bikin
  • Xebateke Soranan heye yan nîne binêrin
  • Ferhengên ku mixabin yek yekê nagire mêzebikin
  • Helbet gotina dawî (derbarê erdnîgariyê de) me daye MikaelF

Lîtûanya baştir dibînim. Tîpên u,w,û,y wekî bilêvkirin nêzîk in. Lê tîpa v gelek hişk e. Ango Lîtûanyayê yek dikare wekî Lîtwanya bêje. Hin caran Soran û (bi îngîlîzî and) a Bakur wekî w dinivîsînin û bilêvdikin. Lê ne v. Hela ka MikaelF dibêje çi? --Bablekan 00:20, 3 tîrmeh 2008 (UTC)[bersiv bide]

Hevalno, Lîtûanya û Letonya? Lîtûanya: navê bi lîtûanî Lietuva ye, rûsî dibêjinê Litva, dibêjin eslê navê ha çemek e. Ferhengên kurdî yên kurdên Sovyeta berî Lîtva, wek bi rûsî dibêjin, bi soranî jî Lîtovya an Lîtwanya (Lîtuwanya)... Belê, wek tu dibêjî Bablekan bilêvkirina peyva Lîtvanya hinik hişk e, ma Lîtvanya wek Lîtfanya nayê bilêvkirin? Ger em Paragûay, Gûatemala, Nîkaragûa û hwd binivîsin, çima Lîtûanya jî nabêjin? Letonya: bi letî û rûsî Latvija ye, ev jî navê çemek e, Late (?)... Kurdên Sovyeta berî Latvî jî dibêjin... Bilêvkirina wê wek Latfî an Latfiya ye... an na? Li ferhengên Îzolî Letoniye (=Letonya) û Farqînî jî navê Letonya heye. Bi nêrîna min, ferhenga Înstîtuya Kurdî li Stenbolê (ya Farqînî) heta nuha çêtirîn ferhenga kurdî ye, anku heta van rojan firehtirîn "korpûs"a kurdî ye... xwezîka bingeha zimanê standard ê Wîkîpedya bûya... dema we xweş be, silav--MikaelF 11:33, 5 tîrmeh 2008 (UTC)[bersiv bide]