Farqînî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Devoka Farqînê
Silîvî an farqînî (farqînkî)
Welatên lê tê axaftin  Tirkiye
Herêm Amed
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanê
ISO 639-3

Farqînî an farqînkî an jî silîvî devoka kurmancî ye ku li derûdorê Farqînê tê axavtin.

Kurmanciya Farqînê[biguherîne]

Silîvî: Awayê kurmanciya herêma Silîvanê ye, ku li nîvroyê rojhelat ji kurmanciya Botan-Hekarî-Behdînan û li nîvroj û rojava jî ji ya Beriya Mêrdînê û rojavayê Qerejdaxê bi hin awayan vediqete. Herêma Silîvan ji rojhelat û bakurê xeta avrêja çemê Dîcleyê ya herêma Amedê heta Sîpanê Xelatê û herêma Bazîdê vedigirt. Sîpanê Xelatê zozan û hêla Meyafarqînê germiyanê wan bûye. Di pey li hevnekirina bi Balûl (Behlûl) Beg mîrê Meyafarqînê re (piştî 1520î, dem ne diyar e) ya li ser bac dayînê, Şahsiwar, xwe mîrlîwayê Kela Bazîdê yê girêdayê Êrîwanê ragihandin, nêzîkî hezar malan ji eşîreta Silêmanî (Silîvanî) û çend eşîrên din ên kurd li derûdora xwe berhev kirin û xwe dan erdê û gotin em baca dewletê nadin(Şerefname, r.292, k. 1, 2).

Ehmedê Xanî di Mem û Zîna xwe de kurmanciyê li sê şaxan par vedike: Bohtî û Mehmedî û Silîvî. Mehmedî kîjan e, nizanim.

Bêguman Xanî nehatibû Meyafarqîna hingê yan jî Silîvana îroj, da bibinê gelên kurmanc ên li wê deverê bi çi awayê kurmanciyê daxifin. Wî ev agahdarî ji silîviyên herêma xwe ya bi cih bûyî (Bazîdê) nasîbû û stendibû. Di nav wan de dima û loma dikarî lêbikole û tesnîfa kurmanciyê ya wê demê bike. Ev parvekirin (tesnîf/classification) di rewşa îrojîn de çend di cih de ye û çend na, tiştekî dinê ye.

Her çi dibe, bi giştî kurmanciya Silîvan û bi taybetî jî ya nav Farqînê bi hin awayan ji yên deverên dinê bi hin hûrikiyan cihêtir e. Di vê nivîsê de dixwazim li ser wan cihêtiyan rawestim û wan pêşberî têkildaran bikim; dibe ku bikêrî wan bê.

Farqînkî (!?): Çend mal bin jî bêguman li Farqînê çendên tirkîaxêf an nîv tirkîaxêf hene ku di tewandin û di bikaranîna koma 1. û koma 2. yên pronavên kurmancî de ne şareza ne û wan tevlîhev dikin: Ez gotim, ez xwarim û w.d. Ji derûcîranan hin kesên ku çav li wan dikin, wekî wan xeber didin. Ev ji ber bandora ziman û zaravayên bi yek kom pronavên kirdeyî tên, herwekî tirkî, farisî, soranî/mukriyanî, erebî. Lê li Farqînê ev bûyer ji ber bandora tirkî tê û bêguman tirkî zimanê bajarvaniyê ye.. Ev ne kurmancî ye û ev nabe numûne ji bona kurmanciya Silivan.

Taybetiya kurmanciya silîvî[biguherîne]

Silîvî: Taybetiya herî berbiçav a kurmanciya Silîvan awayê tewandina kirde (sujet/özne) û tişte (objet/nesne) di rewşa nav an navdêrên nêr de ye ku ji kurmanciya rojhelat (Botan-Badînan-Hekarî) û ya rojava (Beriya Mêrdînê û rojavayê Qerejdaxê) vediqete.

I. Di kurmancî de tewandin taybetiya bingehîn a ziman e, ku gava kirde dûz be tişte ditewe, kirde tewandîbe hingê tişte dûz e ango ne tewandî ye. Tevlîhevî an nelihevnihêrtina mezin di tewandina pronav, nav an navdêrên nêr de xuyan dike.

Pronavên dûz: Ez, tu, ew / em, hun, ew, kî (pirs) Pronavên tewandî (ji bona demên bûrî yên lêkerên têper (transitif) û teşeyên tişteyî de): Min, te, wî, wê / me, we wan, kê (pirs)

a. Awayê rojhelat aa. Kirde nêr: Fermanî şivan dît = (Wî ew dît). ab. Tişte nêr: Ferman şivanî dibîne = (Ew wî dibîne).

b. Awayê rojava ba. Kirde nêr Fermên şivan dît = (Wî ew dît). bb. Tişte nêr Ferman şivên dibîne = (Ew wî dibîne).

c. Silîvî û meyla serbest. ca. Kirde nêr: Ferman şivan dît = (Wî ew dît). cb. Tişte nêr: Ferman şivan dibîne = (Ew wî dibîne).

Li gora awayê giştî yê tewandina kurmancî ev şaş e an şaş xuyan dike. Ji ber gazin, tinaz û kevir virvirandinên hin kurdîzanan li awayê silîviyan, min rûpelên HAWARê li ser hev qelabtin û rastî van numeyan hatim. ( Bixweyne wek h: hejmar, r: rûpel, s: stûn, k: komek).

1. Behram ev gotin xistin serê xwe û ... (CEGERXWÎN; h. 31, r. 6, s. 1, k. dawî). [Netewiyaye].

2. Paşa gelek tişt ji wan re wad kirin. Paşa di cihekî welê de dikarî bû bi qîma dilê xwe comerd û destvekirî be. (HEREKOL AZİZAN; h. 24, r. 2, s. 2. k. 6). [Netewiyane]

3. Siltan li kurê xwe vegerand û got. ... Siltan şande pey keçikê. (Mehfûr, SILÊMANÊ FERHO; h. 47, r. 3, s. 1, k. 3 û 4). [Netewiyane].

4. Padîşah got. ... Padişah ji tevdîra mêrikê çeknas re gelek kêfa xwe anî û got-ê. (Gulistan, FARISÎXANÎN; h. 57, r. 4, s. 1, k. 2 û 4). [Netewiyane]

5. Şivan silava wî venegerand. (k. 3) Şivan got. (k. 5, 7 û 9). Şivan çîroka baz û çûk ji xwe re kire behane û got. (Melik û Koçer, DILISTAN; h. 35, r. 6, k. 10). [Netewiyane]

6. ... ji şivan re dibêje: (k. 3). ...jendermeyê din tifinga xwe hildike, dirêjî şivan dike, dibêje (Perîşanî, NÛREDÎN ÛSIF; h. 35, r. 7. k. 4). [Netewiyane]

7. Mijgan zad ji selikê derêxist û da min. (Stêrk, NÛREDÎN ÛSIF, h. 33, r. 5, s. 1, k. 7). Mijgan xwestibû lê derbas be... (r. 5, s. 2, k. 2). Mijgan sol û cilên xwe ziwa kirin. (r. 5, s. 2, k. 4). Mijgan bi tirs pirsî. (r. 6, s. 1, k. 2) Mijgan serê xwe danî bû ser destekî xwe û li stêran dinêrî. (r. 6, s. 1, k. 3) Ev serê Mijgan bû. (r. 6, s. 1, k. 5) Heta derketina rojê Mijgan ez sermest hiştim. (r. 6, s. 1, k. 6). [Tevî li vê derê nav mê ye çi bi kirdeyî û çi bi tişteyî nehatiye tewandin]

8. Dîlawer gotina xwe temam kir û beriya herkesî tifing teqand û dirêjî dijmin kir. (Dîlawerê Çardesalî, SIBHÎ RESÛL, h. 29, r.7. s.2, k. 7.) [Netewiyaye]

Ev numûne ji çend nivîsên û nivîskarên cihê yên di HAWARê ne, ku çi wek kirde û çi wek tişte nav an navdêr nehatine tewandin. Li ser vê Mîr Celadet Alî Bedirxan ew ha dibêje: “Ji raveka jorîn dixuye ko di navdêrên nêr de meyildariya zmên ber bi terikandina tewanga wan a yekejmar e; nemaze şiklê pêşîn. Ji lewre her sê şiklên jêrîn rast in.(h.32, r. 9, şaneka madeya 57).

Soro kevirî tavêje. Soro kêvir tavêje. Soro kevir tavêje. Gurgîn çû aşî. Gurgîn çû êş. Gurgîn çû aş. Balafir ber bi ezmanî firî. Balafir ber ezmên firî. Balafir ber ezman difirî. Ez li hespî sûwar bûm. Ez li hêsp sûwar bûm. Ez li hesp sûwar bûm. Ferzo ji bajarî têt. Ferzo ji bajêr têt. Ferzo ji bajar têt. Kî li ser banî bû? Kî li ser bên bû? Kî liser ban bû? Em ji xaniyî derketin. Em ji xênî derketin. Em ji xanî derketin.”

Kurmanciya Silîvî bi gelemperî bi awayê xeta sisiyan e, herwekî: “Soro kevir tavêje, Gurgîn çû aş, em ji xanî derketin”. Lê di hin ciyan de wek bajar “ez ji bajêr têm, tu diçî bajêr” tê bikaranîn, lê belê bi gelemperî navdêrên mê di dawiyê de têne tewandin wekî “ew diçe bazarê” an “ew ji bazarê tê”. Te Hezarê dît? Xezalê çi got?

Ji ber di bîr mayîna kevin a gelêrî ye an ji ber yek kîteyiya wan e, çi ye nizanim, tevî ku hin navdêr aşkera nêr in jî carina an kêm car wek yên mê tên tewandin. Herwekî: Gurgîn çû aş û ez li hesp siwar bûm, wek “Gurgîn çû aş(ê)” û “ez li hesp(ê) siwar bûm” têne tewandin.

Tewanga navdêr û rengdêran: Ji bona nêr dengdêra ( ê ) / ( î ) û ji bona ya mê dengdêra ( a ) ye. Di tewanga nêr de cihêtiyek di navbera kurmanciya Silîvan û yên navçeyên dinê tune ye. Di ya mê de ne ( e) lê her ( a ) ye.

Kurê bavê qencê jîr. Kurê bavekî qenc û jîr. Keça diya xweşika çavbelek. Keça diyeka (dêka) xweşika çavbelek.

Kirde û tişte wek pronav: Li gora rêçika bingehîn ku kirde yek ji koma ez, tu, ew / em, hun, ew, kî be; divê tişte ji pronavek koma dinê wek min, te, wî, wê / me, we, wan, kê be. Herwekî: Ez te dibînim (ez dibînim) / min tu dîtî (min dî), te ez dîtim ( te dît, yê hat dîtin ez im). Li herêma Silîvan ev ne bi giştî be jî lê carina wek “te min dît / min te dît” tê bikaranîn. Min ev bikaranîna ha ji hin kurdên ji deverên zimanî yên dinê jî bihîstine.

II. Pêş û paş daçek: Di kurmanciya Silîvan de pêşdaçek û paşdaçek bi hev re wekî bi ... ra, bi ... da, bi ... va, ji ... ra, di ... da, di ... ra bêkêmasî, bêî avêtina pêşdaçekê têne bikaranîn. Paşdaçek wek da, ra, va bi dengdêra ( a ) têne gotin ku ev di zaravayê soranî/mukriyanî û di hin devokên kurmanciya Badînan de jî wisa ye. Ev li deverên dîtir wek de, re, ve bi dengdêra ( e ) têne bilêvkirin.

III. Laperandina lêkeran: Silîvî wek numûne lêkera hatinê “ez hatim, tu hatî, ew hat / em hatin, hun hatin, ew hatin” dilaperînin. Kesê dudiyan ê yekejmar “–î “ ye, ne wek deşta Mêrdînê “-e ” (tu hate) û ne wek rojavayê Qerejdaxê “-i “ (tu hati) ye. Kesê pêşî yê pirejimar “-in” e; (em hatin) e, ku ev li aliyê rojhelat wek “-în” (em hatîn) e. Kesê sisiyan ê yekejmar “bê”, “tê”, “bibin” ji “bêt”, “têt”, “bibitin” a aliyê rojhelat vediqete.

IV. Diftong: Di Silîvkî de dîftonga “xw” di bêjeyên herwekî Xweda, xwedî, xwestin, xwezil, xwe, xwarin û h.w.d. bêkêmasî tê bikaranîn. Teşeyên wek “Xwedê, xudî, xastin, xezil, xu, xwarin” ku li hin deveran têne dîtin ji aliyê silîviyan ve nayê bikaranîn. Hin reng dîftongên ku li herêma Botan tê dîtin wekî “kwîr, gwîz, bwîk” li herêma Silîvan tunene.

V. Guherîn an ketina dengan: Guherîna bêjeyan bi ketina dengdara h: cî < cih, pa’tin < pehtin, do < duh, go < guh, don < duhn, kanî < kehnî. Dengguherîn: kemnik/kevnik, selam/selav, bi rê kirin / verêkirin, bav / bab. Pronav: E (ez), ti (tu), ew, em, win (hun), ew Mi (min), te, wî, wê, me, we, wan Di xeberdana rojane de wek numûne “E jî têm, mi jî dî / go” dikeve şûna “Ez jî têm, min jî dît / got”. Li aliyê Hezroyê “j” li ber dengdara “z” dikeve û dibe “Ezî têm”.

Dengdêra a ↔ e: Hin bêje an daçekên ku li herêmên dinê bi dengdêra “e” têne bilêvkirin, li Silîvan bi “a” tên bilêvkirin. Herwekî da (de), ra (re), gaz (gez), Ahmed (Ehmed).

BÊJEZANÎ: Hin bêjê di kurmanciya Silîvan de hene ku li deverên kurmanciyê yên dinê tunene, lê di soranî an mukriyanî de hene.

Xeber dayîn: Hem di maneya “axaftin, peyivîn” û hem jî di ya “agahdar kirin” de tê bikaranîn ku bi maneya pêşîn wek sembola kurmanciya Silîvanî ye. “Axaftina” rojhelat û “peyivîn”a Beriya Mêrdînê di ya Silîvan de tunebû. Dayox: Deyndar, froş. Kiryox: Yê dikire, mecbûrê kirînê ye. Xwarin: Ji bona hem av, mey û w.d. û hem jî ji bona nan û xwarinan tê bikaranîn. Ev di edebiyata me ya klasîk de jî heye û wekî dinê em dibêjin meyxwir, araqxwir ne ku araqvexwir. Lê ji bona cixare, nêrgele, qelûn, epyûm (afyon), esrar lêkera kişandinê tê bikaranîn. Belkî: Belkiya me bi maneya “heye ku, dibe ku” ye. Ya Kurdistana nîvro wisa jê têdigihêm ku bi maneya berevajî / bîleks de bi kar tînin. Karîn: Şiyan (dişêm) a rojhelat û kanîn (dikanim) a rojava di kurmanciya Silivan de tuneye, bi tenê karîn heye. Avis: Bi tenê ji bona heywanan tê bikaranîn. Ji bona jinan nefsnexweş, nesax an bizarû tê gotin. Ji bona jinek bikaranîna gotina “avis” wek heqaretek pir mezin tê dîtin. Zayîn: Ji bona heywan û kanî tê bikaranîn. Jin radizê (razan), dikeve nav nivînê an zarûk tîne. Razan bi maneya sereke “xewkirin” e.

Dawî: Taybetiya herî berbiçav a kurmanciya Silîvan tewanga kirde û tişte ya li ser rêçika sisiyan, dengdêra ( a ) di tewanga navdêr û rengdêrên mê, paşdaçek û di hin navan de ye ku li deverên dinê wek ( e ) tê bilêvkirin. Wekî dinê cihêtiyek pir mezin a gramatîk tuneye

Çavkanî[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)