Gotûbêj:Leyla Îşxan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Leyla Îşxan eslê xwe ji malbatek kurd/êzidî tê û eslê vê malbatê jî digihê Bazid'a navçeya Agiriyê...malbata wê piştî buyerên 1912'an tevî refên reayên osmaniyan koçî rusyayê dikin û li herêma elegezê a ermenîstanê bicih dibin...herêma elegezê dikeve li pişt çiyayê agiriyê,ji %95 gelheya vê herêmê kurd e û navenda beşa dengê elegezê a radyoya erîvanê ye...leyla îşxan li vê herêmê cavê xwe li dinyayê vedikê... malbata wê niha li gurcîstan û moskow'ê jîyana xwe didomînin... Dengbêjiya ku di çanda kurdî de cihek gelek girîng digirê li vê herêmê û li herêma serhedê gellek xurt û bihêz e...kurdên êzidî yên li vê herêmê dijîyin çand û kevneşopên xwe baş parastine û xizmetên gellek hêja li çanda kurdî zêde kirin e....leyla îşxan li vê herêmê bi kilam û awazên dengbêjên wekê şakiro,karapetê xaço,meryem xan,şeroyê biro mezin bûye... Leyla Îşxan a xwediyê dengê zîz û zelal mûzîka kurd a otantîk bi şêweya muzîka klasîk a roavayê rave kiriye...demekî li gel xuşka xwe nazê a pîyanojen tevlî hin bernameyên roj tv'yê dibû...bi rengê dengê xwe û teşeya xwe hunermendek tama dengbêjekî deye.... dengê wê dengê dengbêjên berê yên jin tînê bîra guhdarên xwe...dengek şîfonî,hilû û hestîyar... Tu albûmên orjînal ên leyla îşxanê tunînin lê kesên dixwazin dikarin li malperên mp3'an nêzî 5-6 stranên ji bernameyên roj tv'yê hatîn tomar kirin peyda bikin...nemaze strana bi navê were dotmam - ayşe şanê jî ev stran xwendibû- û wey malîno li hemû kesên ji muzîkê fêm dikin pend dibe...dawiya dawî em dikarin bibêjin ku leyla îşxan çendî li pîyasê peyda nebe jî yek ji xweştirîn stranbêjên deng xweş a kilam û stranên kurdî ye.